Fermandeya Tûgayên Bedîr Amîrî: Em Pêşmergê şer nakin

Şanda Encumena Bilind ya Referandoma serxwebûna Kurdistanê, ku bo hevdîtinên referandomê çûye Bexdayê, vê nîvroyê bi serokê rêxistina Bedir û fermandeyê giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî re jî hevdîtin kir.

16 Tebax 2017 - 09:37
16 Tebax 2017 - 09:37
 0
Fermandeya Tûgayên Bedîr Amîrî: Em Pêşmergê şer nakin

Piştî hevdîtinê, endamê Şanda Bilind a Referandûma Kurdistanê Roj Nûrî Şawês ragihand, di civînê de Hadî Amirî amadehiya xwe bo serxistina muzakere û diyaloga Hewlêr û Bexdayê nîşan daye.

Hadî Amirî jî da xuyakirin ku ti dijminahiya wan bi kurdan re nîne û got, virde wêde behsa şerê Heşda Şeibî û Pêşmerge tê kirin, ew hemû derew in. Pêşmerge xizmeta gelên Kurdistan û Iraqê kiriye ji ber wê jî mumkin nîne Heşda Şeibî şerê Pêşmerge bike.

Ev nûçe bi tevahî 1642 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:07:56