Firotina neft a Kurdistan berdevame

Ligel hemû zêdebûnên gefên li ser Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku danûstandina nefta Kurdistan bi asayî berdevam dike.

30 Îlon 2017 - 10:24
30 Îlon 2017 - 10:24
 0
Firotina neft a Kurdistan berdevame

Malpera Wuze Newsê ragihand ku piştî ferandûmê jî rojane 553 hezar bermil petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyê re hatiye hinardekirin û firotin.

Li gor nûçeyê di heyama pênc rojên piştî referandûma serxwebûnê de, nefta Kurdistanê ji welatekî rojhilata navîn, Îtalya û Xirwatîstanê re hatiye firotin.

Herwiha kompaniyên neftê yên Herêma Kurdistanê jî radigihînin ku hinardekirina petrolê bi ser Tirkiyê re bi awayekî asayî berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 1871 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:10:02