Fly Erbîlê dest bi seferên Ewropayê kir

Kompaniya rêhewayî ya Herêma Kurdistanê Fly Erbîl dest bi seferên Ewropayê kir.

19 Hezîran 2018 - 04:47
19 Hezîran 2018 - 04:47
 0
Fly Erbîlê dest bi seferên Ewropayê kir

Kompaniya Fly Erbîl ji sala 2015an ve rêwiyan vediguhêze çend welatên Rojhilata Navîn.

Yekem balafira Fly Erbîlê roja duşemê 18ê Hezîranê, bi sefera Stockholm a Swêdê dest bi seferên Ewropayê jî kir.

Fly Erbîl herwiha dest bi seferên çend welatên Ewropayê, Brîtanya û Almanyayê jî kir ku ev yek ji bo Herêma Kurdistanê wekî geşepêdana aborî ya dahatûyeke geşbîn tê nirxandin.

Ev nûçe bi tevahî 4467 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:19:56