Hêzên Îranê kolberekî Bawecanî kuştin

Hêzên Îranê kolberekî ji bajarê Selas a Bawecanî ya Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê kuştin.

13 Tebax 2022 - 03:25
13 Tebax 2022 - 03:25
 0
Hêzên Îranê kolberekî Bawecanî kuştin

Êvara duh Înê, dema hejmareke kolberan di sînorê Şêx Sile de derbas dibûn, Hêzên Îranê teqe li wan kirin û kolberê bi navê Mihemed Nadirî yê 18 salî ku xelkê Selas a Bawecaniyê ye canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan di dema vegera ji Başûrê Kurdistanê de teqe li kolberan hatiye kirin.

Hêzên Îranî yên ser sînor di van demên dawî êrîş û zextên li ser kolberan zêdetir kirine.

Ev nûçe bi tevahî 736 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:15:41