Li Amedê wesayîta leşkerî wergeriya: 6 birîndar

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro 26ê Kanûna 2022ê wesayîta leşkerî wergeriya û di encam de 6 leşker birîndar bûn.

26 Berfanbar 2022 - 11:28
26 Berfanbar 2022 - 11:28
 0
Li Amedê wesayîta leşkerî wergeriya: 6 birîndar

Li gor medya Tirkiyê, îro 26ê Kanûnê li ser rêya Amed-Farqînê wesayîta zirxpoş a leşker vediguhestin wergeriya. Di bûyerê de 6 leşker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Leşkerên birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiy ya Amedê hatin veguhestin.

Hatiye ragihandin ku rewşa leşkeran baş e û metirsiya wan a canî nîne.

Ev nûçe bi tevahî 538 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:24:24