Li Başîkê bi heşt mûşekan êrîşî baregeha serbazî ya Tirkiyê hat kirin

Dije Terora Kurdistanê ragihand, vê sibê heşt mûşek arasteyî baregeha serbazî ya Tirkiyê ya li Zêlkanê ya li Başîkê hatin kirin.

1 Sibat 2023 - 02:49
1 Sibat 2023 - 02:49
 0
Li Başîkê bi heşt mûşekan êrîşî baregeha serbazî ya Tirkiyê hat kirin

Îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an, Dije Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, vê sibê di demjimêr 07:45 xulekan de, heşt mûşek arasteyî serbazgeha Zêlkan a li nahiya Başîkê ya ser parêzgeha Neynewayê hatin kirin, ku hêzên artêşa Tirkiyê tê de ne.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, du ji wan mûşekan li nav serbazgehê ketine xwarê û mûşekên din li derdora serbazgehê ketine.

Derbarê ziyanên êrîşa mûşekî ya li ser baregeha serbazî ya Zêlkanê de, Dije Terora Kurdistanê didaxuyaniya xwe de eşkere kiriye: “Di êrîşa mûşekî de ti ziyanekî canî derneketiye holê.”

Ev nûçe bi tevahî 1029 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:22:55