Li Efrînê polîsên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd desteser kirin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yê ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd ê xelkê gundê Xirbet Şiran, bi tohmeta peywendiya bi Rêveberiya Xweser re girtin.

30 Berfanbar 2022 - 03:54
30 Berfanbar 2022 - 03:54
 0
Li Efrînê polîsên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd desteser kirin

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), li nav bajarê Efrînê, polîsên serbazî yê ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd ê xelkê gundê Xirbet Şiran, bi tohmeta peywendiya bi Rêveberiya Xweser re girtin, ji ber ku daxwaza pereyên xwe ji çekdarên ser bi Tirkiyê ve kiribû.

Hevdem, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a ser bi Tirkiye jî welatiyekî Kurd ê ji gundê Şidîre ya ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê îşkence kirin, dema red kiribû keresteyên xwarinê bi deyn bifiroşe çekdaran.

25ê Kanûnê jî, çekdarên grûpa Lîwaa Asîfet el-Şemal welatiyekî ji bajarokê Ezazê revandibûn da ku dev ji zeviyekî xwe berde.

Ev nûçe bi tevahî 1361 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:31:01