Li Meletiyê qeza: 5 jê xwendekar 6 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê servîsa xwendekarên û mînîbûseke rêwiyan li hev qelibîn.

9 Berfanbar 2023 - 05:29
9 Berfanbar 2023 - 05:29
 0
Li Meletiyê qeza: 5 jê xwendekar 6 kes birîndar bûn

Di bûyerê de 6 kes birîndar bûn ku 5 ji wan xwendekar in.

Doh êvarê li navçeya Çirmikê ya Meletiyê servîsa xwendekarên dibistanê û mînîbûseke rêwiyan li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 5 xwendekar û rêwiyek ku di mînîbûsê de bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hatiye ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne.