Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin

Şeva borî li ser sînorê Banê li Rojhilatê Kurdistanê hêzên parastina sînorê Îranê teqe li hejmarke kolberan kirin û di encam de kolberekî canê xwe ji dest dan.

5 Hezîran 2023 - 11:04
5 Hezîran 2023 - 11:04
 0
Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin

Li gor çavkaniyên xwecehî, şeva borî li ser xala sînorî ya Zelêy Bane, hejmareke kolber ji aliyê hêzên parastina sînor ên Îranê ve teqe li wan hat kirin û kolberekî ciwan bi navê Huşyar Hesenzade, bi dijwarî ji ser û singa xwe birîndar bû.

Huşyar Hesenzade temen 20 salî ye, piştî ku birîndar dibe, ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane hat veguhestin, lê ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest da.

Heta niha termê wî Kolberî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Teqekirina li kolberan li ser sînorê di navbera Başûr û Rojhelatê Kurdistanê berdewam e.

Par li ser sînorê Kirmaşan, Sine û Urmê 234 kolber li ser destê hêzên Îranê canê xwe ji dest dan.

Ev nûçe bi tevahî 875 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:14:10