Li Rojhilatê pevçûn... 3 pasdarên Îranê hatin kuştin

Di encama pevçûna hêzeke Kurdistanî û Spaya Pasdarên Îranê li dorûbera Çaldiranê ya ser bi Ûrmiyê 3 serbazên Spaya Pasdarên Îranê hatin kuştin.

3 Tîrmeh 2019 - 05:08
3 Tîrmeh 2019 - 05:08
 0
Li Rojhilatê pevçûn... 3 pasdarên Îranê hatin kuştin

Ligor zanyariyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê belav kiriye duhê êvarê 02.07. 2019an li dorûbera Çaldiranê di navbera hêzeke Kurdistanî û Spaya Pasdarên Îranê da pevçûn derket û di encama pevçûnê da 3 pasdarên Îranê yên bi navê Tewhîd Musteşarî, Elî Esxer Heyderzade û Husên Dergahî hatine kuştin.

Binkeya Hemze ya Spayê Pasdaran di wê derbarê da daxuyaniyek belav kiriye û kuştina sê pasdaran piştrast kiriye. Herwiha di daxuyaniyê da hatiye aşkerekirin ku ji hêza beramber jî 2 kes hatine kuştin.

Ligor zanyariyên Hengawê peyvçûn di navbera hêzên PKKê û derketiye. Li aliye din heta aniha medyaya PKKê derbarê wê pevçûnê da ti daxuyanî belav nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1226 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:17:19