McMaster: Serkeftina Kurdan li cem Amerîka giring e

Şêwirmendê ewlehiya netewî yê serokê Amerîka Herbert McMaster di gotarekî de ragehadn Îran pirsgirêkên nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di berjewendiyên xwe de bikaranî, tekez kir ku, kar û mijuliya Îranê tevlheviya navçeyê û têkbirina aramiya wê ye.

15 Berfanbar 2017 - 05:24
15 Berfanbar 2017 - 05:24
 0
McMaster: Serkeftina Kurdan li cem Amerîka giring e

Şêwirmendê ewlehiya netewî yê serokê Amerîka Herbert McMaster di çarçoveya beşderiya xwe de di konfiransa damezrandina Dimiz Tawn de li Amerîka got ku, li cem me serkeftina Kurdan giringe, bajarên Kurdistanê Hewlêr, Dihok û Silêmanî ciwan û pêşketî ne, lê kirîzeke abûrî li Herêma Kurdistanê heye.

Got jî ku, Amerîka giringiyê dide çareserkirina kêşeyê Kurdistan û Iraqê, pêwîst e serkirdatiya Kurdistan û Iraqê bi hev re kar bikin daku, aştî û aramî bicih bibe, tekez kir ku, Supaya Pasdaran pirsgirêkên di nav YNK de ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye

Herweha McMaster eşkere got: "Îran bizavan dike dewleteke wehmî ava bike daku şerekî taifî mezhebî pêxîne û tevliheviyê li navçeyê çêbike. Ew rewşa ku Îran dixwaze çêke, rê li ber rêxistinên terorîstî vedike ku nakokiyên taifî ji xwe re bikarbînin û li ser wê bingehê terorê belav bikin."

Ev nûçe bi tevahî 1472 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:01:53