Otobusa rêwiyan wergeriya: Gelek mirî û birîndar hene

Li navçeya Merzîfonê ya parêzgeha Amasyayê ya Tirkiyeyê otobûsa rêwiyan wergeriya.

30 Îlon 2023 - 04:35
30 Îlon 2023 - 04:35
 0
Otobusa rêwiyan wergeriya: Gelek mirî û birîndar hene

Li gorî zanyariyên destpêkê di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, otobûsa ku ji parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyê diçû bajarê Tokatê, li nêzîkê navçeya Merzîfonê ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê, polîs, cendirme û tîmên tendurûstiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînên tîmên peywendîdar ên li cihê bûyerê, hatiye tesbîtkirin ku 6 kesan canê xwe ji dest daye û 35 kes jî birîndar bûne.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Merzîfonê.

Lê heta niha ti hûrgiliyên din derbarê tenduristiya birîndaran de nehatine belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1268 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:31:07