Rêveberiya Xweser nasnameya kesên di êrîşa Tirkiyê de canê xwe dane eşkere kir

Rêveberiya Xweser nasnameya kesên îro li Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistnanê di êrîşa drona artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane eşkere kir.

28 Îlon 2022 - 02:07
28 Îlon 2022 - 02:07
 0
Rêveberiya Xweser nasnameya kesên di êrîşa Tirkiyê de canê xwe dane eşkere kir

Droneke Tirkiyê otomobîlekê li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de nasnameya kesên ku di êrişê de canê xwe ji dest dane diyar kir û got “Di êrişa dewleta dagirker a Tirk de hevserokên nivîsîngeha Dad û Çaksaiyê Zeyneb Mehmûd û Yilmaz Şêro şehîd bûne.”

Her wiha Rêveberiya Xweser ji malbatên kesên ku di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane re sersaxiyê xwest.

Îro 27ê Îlona 2022an de droneke artêşa Tirkiyê otomobîlekê li ser rêya gundê Til Cemal ê ser bi bajarokê Girkê Legê yê girêdayî bajarê Dêrikê kire armanc û êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Duh 26ê Îlona 2022an de jî droneke Tirkiyê avahiya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li bajarê Kobaniyê kiribû armanc, lê li gor daxuyaniya Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, di encama êrîşê de ti zirar çê nebûne.

Ev nûçe bi tevahî 665 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:21