Şîrketa Gasprom a Rûsyayê hinardekirina gazê ji bo Fînlandayê sekinand

Şîrketa Gasprom a Rûsyayê hinardekirina gazê ji bo Fînlandayê sekinand.

21 Gulan 2022 - 08:45
21 Gulan 2022 - 08:45
 0
Şîrketa Gasprom a Rûsyayê hinardekirina gazê ji bo Fînlandayê sekinand

Li gor hat zanîn, îro 21.05.2022yê ji saet 07:00ê sibehê û pê ve Rûsyayê hinardekirina gazê ji bo Fînlandayê sekinand û sedemê biryarê jî, şîrketa Gasprom a Rûsyayê ji şîrketa Gasum oil a Fînlandayê re ragihandiye ku; divê ji niha û pê ve di şûna Dolar û Euro de danûstandinê bi pareyê Rûsî Ruble ve pêk bên û parê Rûsî bidin wan, eger wiha nekin hinardekirina gazê careke din destpê nake û bi temamî hinardekirina gazê wê rawestînin.

Wezareta Kar û Aborî ya Fînlandayê jî li ser ragirtina gaza Rûsyayê ji bo Fînlandayê da zanîn, li gor peymana demdirêj a di navbera wan û Rûsyayê de pare dayîn bi pareyê Euro dibe. Ji ber wê şîrketa Fînlandayê biryar daye li dijî şîrketa Rûsî serî li dadgehê bide.

Ev nûçe bi tevahî 754 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:34:06