Tirkiye: Endama Konseya Rêveber a KCKê di operasyonê de hat armanckirin

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, cihê Hatîce Hezer ji aliyê MÎT'ê ve hatibû diyarkirin û paşê di operasyonekê de li Silêmaniyê hatiye armanckirin.

28 Tîrmeh 2022 - 04:59
28 Tîrmeh 2022 - 04:59
 0
Tirkiye: Endama Konseya Rêveber a KCKê di operasyonê de hat armanckirin

Medyaya fermî ya Tirkiyê îdia kir, Endama Konseya Rêveber a PKK/KCK “Hatîce Hezer” a bi kodnavê “Bêrîvan Zîlan” di operasyoneke taybet a Istixbarata Tirkiyê (MÎT) de li Silêmaniyê hatiye armanckirin û jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, cihê Hatîce Hezer ji aliyê MÎT'ê ve hatibû diyarkirin û paşê di operasyonekê de li Silêmaniyê hatiye armanckirin.

Li gor heman çavkaniyê, Hatîce Hezer di sala 1991ê da tevlî PKKê bûye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê îdia kiriye, “tîmên ku beşdarî operasyonê bûn piştre bi silametî vegeriyan Tirkiyê.”

Ev nûçe bi tevahî 888 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:14:18