Wezîra Derve ya Kanadayê daxwazê ji welatiyên welatê xwe dike ku bi lez ji Libnanê derbikevin

Wezîra Derve ya Kanadayê daxwazê ji welatiyên welatê xwe dike ku bi lez ji Libnanê derbikevin, di eynî demê de haydariyê li ser berfirehbûna tundûtîjiyên navbera Israîl û Hizbulahê dide.

26 Hezîran 2024 - 06:53
26 Hezîran 2024 - 06:53
 0
Wezîra Derve ya Kanadayê daxwazê ji welatiyên welatê xwe dike ku bi lez ji Libnanê derbikevin

Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly duhî (Sêşem, 25.06.2024) di ragehandinekê de daxwaz ji welatiyên welatê xwe kir ku bi lez ji Libnanê derbikevin û erk û karên xwe yên giştî û taybetî bidawî bînin.

Melanie Joly amaje jî da, “Rewşa ewlehiyê ya Libnanê ji ber berdewamî û berfirehbûna tundûtîjiyên navbera Israîl û Hizbulahê zêdetir necîgir û pêşbînînekirî dibe û mimkin e bê haydarkirin zêdetir aloz bibe.”

Ev daxuyaniya Wezîra Derve ya Kanadayê ji ber berfirehbûna aloziyên navbera Israîl û Hizbulahê hat, di demekê de ku Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrula di dema borî de gef li Israîlê kirin ku dê bi rêyên bejahî û deryayî û asmanî wê bike armanc, eger her êrîşek li ser Libnanê bê kirin.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî her duhî ji ber têkçûna rewşa navbera Israîl û Hizbulahê haydarî li ser serhildana serekî herêmî li Rojhilata Navîn da.

 

Ev nûçe bi tevahî 556 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:21:43