Hûn ya rastî bixwazin kurdên ku Barzaniyan nasnekin nemanin û piraniya kurdan jî wê rêbaza pîroz dizanin û dinasin. Kar û xebatên Barzaniyan ji bona gelê xwe kirinin bi zelalî û eşkereyî tê zanîn. Çi dema Barzanî tê bi navkirin kar û xebatên ji bona azadiya kurdistanê tê bîra mirovan . Her weha dema mirov dibêje Kurdistan jî yek ser Barzanî dikevin bîra me re. Ji ber ku di dîroka Barzaniyan de serîhildan û berxwedana ji bona gelê kurd cihekî teybetî digire. Her wê ev teybetî heta ku cihan hebe, dê cihê xwe di dilê her kurdekî de biparêze.
Lewra jî Barzaniyan di dilê piraniya kurdan de cihekî xwe yê pîroz û teybetî heye. Ji ber vê ye ku dagirkerên welatê me tim xwestine ku wê teybetmendiyê ji dilê kurdan derxin. Ji ber vê bû ku wan şer û pevçûn li hember Barzaniyan dikirin. Gelek ji wan kuştin. Hin li sêdarê xistin, hin di zindananda rizandin. Û taliya talî jî bi giştî 8000 zilamên wan enfal kirin. Lê dijminan û hevalbendên wan tu caran jî nikarîbûn Barzaniyan biqedînin, tune û bêdeng bikin.
Loma jî Barzaniyan di her maleke kurdan de hêlina xwe danîbûn û di wê hêlînê de ji bona doz û dawaya kurdan, ji bona azadiya kudistanê dersên perwerdayiyê didan gelê xwe, heval, hogir û endamên xwe. Kesên ku ew perwerdeyî digirtin bi rûhiyeta xwe ya kurdanî dihesiyan û dijiyan û şerê azadiya gelê xwe bê tirs dikirin. Ji ber ku kesên bi wê rêbazê mezin bibin û bi wê perwerdeyiyê bêne perwerdekirin, wê gavê bi aqiliyeta xwe, bi bîr û bawriyên kurdewarî mezin dibin. Ji bona vê ye ku Barzaniyan tim tirs dixist dilê dagirkeran loma jî ew ji dagirkeran û hevalbendin wan re bûbûn xeter. Vê xeterê heta ku başûrê Kurdistanê azad bû berdewam kir…
Barzanî kî ne? Barzanî ne eşîrek e. Ew ji konfederasyona pênc eşîran pêk hatiye û Barzan bi xwe jî navê gundekî ye. Barzanî û binemala Barzaniyan ku şêxên neqşîbendî bûn û serokatiya dînî û netweyî kirine û ji ber edalet û wekheviya di nava wan de , eşîrên din xwe dane dora wan û konferasyonek çêkirine û ew konfederasyon bi navê Barzaniyan tê zanîn. Lewra jî devera Barzan ji bona Barzaniyan û kurdan tim bûye weke sîwanekê ku hemûyan di bin wê de yekîtiya xwe pêk anîne. Ew dever bûye weke keleheke kurdperweran ku tim nerazîbûna xwe li dij hemû rejîmên Iraqê û hemû dagirkeran diyar kirî ye.
Dema ku mirov bala xwe dide dîrokê, tê dîtin ku dagirkerên Kurdistanê yên her çar perçan tim jî li gel hev û bi hevre xwestine vê konfederayonê ango Barzaniyan ji holê rakin. Bi taybetî Seddam xwestibû devera Barzan binav bike û hemû Barzaniyan jî ji wir koçebar bike, bikuje, enfal bike. Loma jî Seddam bawer dikir ku dema ew Barzaniyan biqedîne wê tekoşîna gelê kurd jî bi dawî bibê. Di vê nerîne xwe de bi heq bû. Ji ber ku daxwaza Barzaniyan û bi teybetî ya nebir Barzanî ew bû ku welatê xwe ji bin destê dagirkeran azad bike. Loma jî qet nesekinî, teslîm nebû, heta taliya jiyana xwe ji bona gelê xwe ji bona xelkê xwe di nava tekoşîna ji bona azadiya welatê xwe de kar û xizmeta gelê xwe kir.
Seddam bi hêrseke gelekî mezin xwest Barzaniyan biqedîne. Ji ber vê wî di 31.07.1983an de biryara jenosîda Barzaniya da û 8000 zilamên Barzaniya ji nava malbatên wan derxist û bir cihekî ne diyar. Lê wî bi wê kiryarê ne tenê 8000 Barzanî binax kir... Loma jî divê îro li seranserê cihanê hemû kurd xwedî li wê tekoşîna wan derkevin. Hemû di dadgeha Irakê de ji bona vê weke bûyereke jenosidê bidin qebûl kirin kar û xebatê bikin. Dijmin çiqasî ji Barzaniyan aciz bûn, divê em jî ewqasî ji wan û ji wê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir daniye hez bikin. Hezkirina Barzaniya tê wateya xwedî li welatê xwe derketandinê. Ji ber ku Barzaniyê nemir bi teqandina guleya îlonê bêdengiya kurdan û tirs wan rakir û da zanîn ku wê tu caran kurd nemirin, wê her bijîn, heta ku welatê xwe azad bikim…02.03.2009
Kesên bixwazin Barzaniyan baş binasin vê linka jêr bitekînin û bixwînin bê Barzaniya çaw ji bona gelê xwe tekoşîna azadiyê dane û bê çiqas şehîd dane, fêr bibin. Nivîs bi tirkî ye
General Rawan İdris Barzani'den çarpıcı açıklamalar
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.