Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me

Hat dîtin û tê zanîn ku êdî siyaseta bakurê kurdistanê bi sal mezinan nemeşa. Ji ber ew bi xwe ji hêz de ketine û nikarin êdî bê gopal bi rêyekê de herin. Kesên weha dê çawa partiyeke ji bona azadiya welatekî bidin meşandin.

Bube Eser

05.07.2019, Cum | 18:02

Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me
Nêrîn Belav bike

Divê êdî baş bê dîtin û zanîn ku îro piraniya partiyên me yên li bakurê kurdistanê li gor min tu rol û erka wan nemaye. Ji ber ku nema dikarin mudaxeleyî pêvajo û rojevê bikin. Lewra jî karê wan maye ji bona berjewendiya sexsan…

Derd û armanca piraniya partiyên me yên îro ji Kurdistanê bêtir, parastine şexsan ango rêvebirên xwe dikin vê jî li ser navê Kurdistanê dikin. Ji bilê vê tu karên bikaribin rojeva Bakurê kurdistanê biguherin an mudaxele bikin tune ye an nema ye.

Çi dema partiyeke bi armanca azadî û serxwebûna welatê xwe derket ser rê û bi serneket divê ya xwe fesih bike ango ji qada siyasetê dûr bike. An jî rêvebirya partiyê bide ciwan û xortên zîrek û jêhatî,

Hat dîtin û tê zanîn ku êdî siyaseta bakurê kurdistanê bi sal mezinan nemeşa. Ji ber ew bi xwe ji hêz de ketine û nikarin êdî bê gopal bi rêyekê de herin. Kesên weha dê çawa partiyeke ji bona azadiya welatekî bidin meşandin.

Hûn dibînin ango tê zanîn ku êdî hin partiyên li bakurê kurdistanê bûne weke malê hin ji wan sal mezinan. Li ser navê partiyê peran dixwin û bi rehetî fikra bi salan pê bawer bûn davêjin. Wê partiyê weke dikana xwe bi kar tîne. Lê ya herî xerab jî êdî endam jî fêrî vê yekê bûne Ew jî li hember vê bêdeng in.

Çi dema li welatekî weke Kurdistanê partî bûne ya sexsan û wan kesana ji bona berjewendiya xwe wê bi kar bîne, aha wê demê êdî siyaseta neteweyî mirî ye. Ya jî didin kuştinê

Dema siyaseta neteweyî mir êdî hemî kar û xebatên partiyan dibe ji bona berjewendiya hin kesan. Partî êdî dikeve bin kontrola kesekî ku ew jî li gor berjewendiya xwe wê bi kar tîne.

Me gelek caran gotiye û nivîsîye ku êdî li bakurê kurdistanê yek partî nikare bi tena serê xwe rojeva kurdan destnîşan bike. Lewra dibin xizmetkarê ku yên rojevê diyar dikin.

Nabin yek Ji ber ku li bakurê kurdistanê bi piranî kesên me bi nexweşiya serokatiyê ketine û nikarin ji ber berjewendiyên xwe ya şexsî dev ji wê berde. Lewra jî yekîtî nabe û heta rewş ev be dê ne pêşketin bibe ne jî wê van partiyên me bikaribin tiştekî ango karekî baş bikin.

Ev jî dide diyarkirin ku ruhiyeta neteweyî bi wan serok û rêvebirên hin ji wan partiyan ne kemilî ye. Ji ber vê hemî kar û xizmeta hin kesan tenha dibe ji bona wan.

Serok Barzaniyê nemir çi gotibû: ”Heger kes nebûbin netewî ew dikarin rojekê welatê xwe jî bifroşin”.

Îro li bakurê kurdistanê em vê dijîn.Ev yeka jî bala tu partiyan nakşîne. Serok ji bona berjewendiya xwe partiyê difroşe, ji bona xwe wê bi kar tîne, lê endam bê deng in. Heta ku serê derziyê negihêje wan dengên xwe ji vê rewşê re dernaxin

Êdî dîz û xwediyê malê bi hev hesiyan in Em û ew partiyana jî dizaninn ku êdî tu fêda wan ji bona kurdistaneke azad û serbixwe nemaye.

Bi gotineke talî divê van partiyên me yên xwediyên siyasetmedarên ji salên 70ê de mane, divê xwe fesih bikin, ji qada siyasetê vekişin, da ku piştî valahiyekê xort û ciwan dest bajêjin meselê.

Ciwan çiqasî bê tecrube bin jî wê ji sal mezinan baştir kar bikin. Di nava karên xwe de wê bibin xwedî tecrube jî.

Lê heta ev sal mezinên me, taqawît ango kêmendamên me di serokatiya partiyan de bin, ne wê ew partî bi pêşve here, ne jî wê bikaribin rojeva gelê kurd destnîşan bikin.

Her weha ev ê ji wan re bibe weke gunehkariyekê ku siberojê hin dikarin ji ber vê hesab ji wan bi pirsîn. Her kes behsa tunebûna ciwanan di nava partiyan dikin. Lê kes jî naxwazin cihê xwe ji wan re bihêlin…

Siyasetmedarno sal mezinino, weleh we siyaseta li bakurê kurdistanê qirêj kirî ye. Êdî baweriya kesan bi kesan nayê.Pîvan mîvan nemaye. Destê kê di bêrîka kê de ye êdî ne diyar e. Berjewendiyên sexsî li pêş û ya neteweyî tenê di gotinê de maye.

Heger hûn bixwazin bi aweyekî paqij li ser xebat û koka xwe bimînin, destên xwe ji nav karê partiyan bikşînin û xwe ji gunehkariyeke mezin dûr bixin

Bibin aqilmend, bibin şêwirmend lê nebin serok û rêvebir…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:59

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x