Gelo piraniya ji wan, dema hevalekî wan, rêhevalekî wan, dost û mirovekî wan jî bi tirkî qise dikin, berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin, siyaseta Kurdistanê bi tirkî dikin, vê helwestê rê wan jî dide???
Pêşiyên me belasebeb negotine: ”Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavên xelkê de dibîne”.
Gotina min ji wan kurdan re ev e:
Kurdno li xwe hay bibin, êdî xwe binasin, bizanibin ku dagirkerên te ji bona te û zimanê te tune bike, çi ji wan tê wê dikin.
Madem tu ewqasî ji zimanê xwe hez dike, madem tu êrîşên li ser zimanê xwe qebûl nake, lê tu çima dev ji tirkî bernadî. Tu çima berhemên hin kurdên bi tirkî dinivîsîne, dikire dixwîne û propaganda wan dikî???
Berê ji vir de destpê bikin. Destpêkek weha bikin da ku bila êdî ew kesên, siyasetmedar û rewşenbîrên tirkî bûye perçek ji jiyana wan, ji xwe fedî bikin.
Bi protestoyan em nikarin zora dagirkerên xwe bibin. Em bi tekoşin û berxwedanê dikarin dagirkeran têk bibin. Rêya vê jî dev ji zimanê wan berdanê destpê dibe.
Destpêka vê jî dest ji ziman û adetên wan berdanê dibe. Çi dema te berhemên kurdên ku bi tirkî dinivîsînin ne xwend, propaganda wan nekir, li dij wan nebû xwedî helwest, tu maneya ku tu tirkekî/ê protesto bike tune ye.
Gotineke weha dibêje; ”Dema herkes toza ber deriyê xwe, paqij bike, wê gund û bajar jî tim paqij be”.
Lê hin Kurd ji xwe şerm nakin ku mala wan ji ber gemara zimanê tirkî têk çûye, vê nabîne. Xanimeke tirk ku nexwestiye di bernameya wê de bi kurdî bê qisekirinê şermezar dike.
Ez nabêjim şermezarkirina kesên weha şaş e. Lê divê em berê kurdên xwe yên nikarin dev ji zimanê tirkî berdin û berhemên xwe bi tirkî dinivîsîninin şermezar bikin da ku şermezarkirinên me cihê xwe bigire.
Heger ew jinik rojekê ji kurdan re bêje; ´binêren ew kesên hûn bi serê wan sond dixwin, aha vaye ev berhemana hemî bi tirkî nivîsandiye, tu dengê xwe nakî´. Wê bersîva kurdan ji wê xenimê re çibe gelo???
Heta ku em kurd ji xwe de destpê nekin, tu mafê me tune ye ku em xelkê an hinên tirk ji bona li dij kurdî derketine, rexne bikin.
Rê û tekoşîna vê tenha ev e ku divê kurd bi temamî xwe ji tirkan û zimanê wan dûr bixin.
Bi helwesteke weha em ê tîrên li hember zimanê xwe têk bibin. Dema me weha kir, tu kesên din jî wê nikaribin kurdiya me li me qedexe bike.
Dema me di Televizyonên xwe de tenê bi kurdî qise kir, bernameyên xwe tenê bi kurdî çê kir aha wê demê em dikarin hinên din jî protesto bikin. Lê divê em berê xwe, tvyên xwe û siyaseta bi tirkî tê meşandinê rexne û protesto bikin, da ku mafê protestokirina hinên din jî bi dest bixin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.