Em Kurd miletekî weha ne ku nikarin rastiya xwe bibînin Lê em rastiya hemî miletên li vê cîhanê dijîn, dibînin, dizanên şireveyên xwe li ser wan dikin. Lê mixabin em nikarin vê ji bona xwe bêjin, bibînin û şirove bikin.
Em Kurd miletekî weha ne ku rêya em têde diharin, em dizanin feq li ber me vekirîne û dikevin wê feqê. Lê dîsa em her dixwazin di wê rêyê de herin. Loma em bi ser nakevin.
Em Kurd miletekî weha ne ku em tim behsa başiyên hin rewşenbîrên dagirkerên xwe dikin û bi zimanê wan berhemên xwe diafirînin. Lê em nikarin behsa yên xwe bikin, wan bipesidînin da ku bêtir ji bona gelê xwe kar û xebatê bikin û berhemên xwe bi zimanê xwe biafirînin. Lê em wan nabînin ji ber çavên me ji bona me kor bûne.
Em Kurd miletekî weha ne ku em fêm nakin û em nikarin tiştên baş û xerab yên partiyên Kurdistanî bibînin wan û yên dgirkeran û hevalbendên wan ji hev cûda bikin.
Em Kurd miletekî weha ne ku êdî nema dikarin başî û şaşiyan ji hev cûda bikin. Nikarin û nabînin bê dost û dijmn kî ne?
Em Kurd miletekî weha ne ku partî û rêxistinên qaso ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê hatine damezrandin bibînin. Loma em wan hemiyan di yek mêzînê de diwezinînin. Ji ber vê em nikarin bibînin bê serok û hin ji rêberên partiyan, bê wan çawa ji bona berjewendiya xwe û malbata xwe bi kar tînin.
Em Kurd miletekî weha ne ku nikarin û naxwazin dev ji zimanê dagirkerên xwe berdin ku ew bi wî zimanê me didin kuştin û tune dikin. Em fêm nakin ku ziman hebûn e. Em wê hebûnê bi destên xwe dikujin.
Em Kurd miletekî weha ne ku dagirkerên me çiqasî tade û êşkence li me dikin em bêtir dibin hezkirin wan. Navê mezinên wan li zarokên xwe dikin.
Em Kurd miletekî weha ne ku endamên partiyên siyasî bûne mirîdên serok û rêvebirin xwe. Bi vê helwestê me rê daye wan serokana ku çi dixwazin wê dikin. Lewra rexnekirina wan hatiye qedexekirin.
Em Kurd miletekî weha ne ku dema tu rexneyekê li serok û rêvebirên partiyan dike, yek ser endamên wan ku hevalê te ne, dostê tene, mirovên tene, êrîsê tîne ser te ku tu dengê xwe dernexî. Loma serokên me jî li gor kêfa xwe rêxistinê bi kar tînin.
Em Kurd miletekî weha ne ku welatê me ji teref dagirkeran, wêran bûye û dibe, zimanê me nehiştine, adetên me rakirine, hê jî hin partiyên me dibêjin; em bi ser ketine û behsa bratiya gelan dikin.
Em Kurd miletekî weha ne ku bi sedan sal in em behsa yekîtiyê dikin. Lê mixabin her ku dihare em bêtir perçe dibin. Lê em nikarin li gel hev û bi hevre vê çareser bikin.
Em Kurd miletekî weha ne ku me ewqasî bedel daye, bi hezaran xelkê me cangorî bûne, hatine darvekirin, koçber bûne. Lê hê jî em nebûna xwediyê xwe û serokekî ku kêşeya kurd li bakurê Kurdistanê çareser bike.
Em Kurd miletekî weha ne ku heta niha gelek şoreşên me yên ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê bi destê hin kurdên din têk çûne. Lê mixabin hê jî me dersek ji vê negirtiye.
Em Kurd miletekî weha ne ku hê em nebûnin neteweyî. Dema hizra netewayetiyê bi me kurdan re kêm be, em nikarin berjewendiya gelê xwe bidin ser ya xwe. Loma heta em berjewendiya xwe di ser ya gelê xwe re bigirin em ê zû bi zû nikaribin xwe azad bikin.
Em Kurd miletekî weha ne ku nikarin kesên dilsozên welatê xwe û kesên dilsozên xwe û malbatên xwe ji hev cûda bikin û li gor wê tevbigerin û bibin xwedî helwest…
Em Kurd miletekî weha ne ku dagirkerên xwe dikin rêber û serokên xwe. Lê em tênagihêjin ku wana wê tu caran ne ji bona me lê wê her ji bona gelê xwe tevbigerin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.