Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???

Em kurd miletekî weha ne ku ji bilî derd, êş, problem û areşeyên xwe bi yên dinyê ve mijûl in. Wan dibînin, wan şirove dikin û ji bona her tişt li cîhanê baş û rind bibe em weke kurd têdikoşin. Piraniya wan jî ji Kurdên me yên bakurê Kurdistanê ne.

Bube Eser

17.08.2021, Sal | 17:19

Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???
Nêrîn Belav bike

Lê hezar caran mixabin ku van rewşenbîr û siyasetmedarên me, rewşa bakurê Kurdistanê ku niha têde ye nabînin, lê li cîhanê çi bibe, çi biqewime dibînin!!!

Helbet heq û mafê her kesan e ku li ser her tiştekî fikir, nerîn û gotina xwe bêje. Lê ya min û gelekan ji we diêşîne ew e ku em bi wan zanînên xwe, bi wan tegîhiştinên xwe, helwest û cahdên em ji bona xelkê rê didin ji bona xwe nakin.

Aha ya min diêşîne û aciz dike jî ev e.

Rewşenbîr, ronakbîr û partiyên siyasî yên miletekî kolonî, bindest dema ji êşa gelê xwe bêtir li ser êşên gelan rawestin hûn bizanibin ku ew ne rewşenbîr û partiyên gelê xwe ne.

Ji roja ku Emerîka ji Afxanîstanê vekşiya ye û Talîbaniyan hemî welat girtin. Roj tuneye ku siyasetmedar û ronakbîrên me li ser vê nerîn û gotina xwe negotibin.

Bêtirên wan jî bi qasî şopandinên xwe Emerika rexne dikin û dibêjin; ´Kurdno hay ji xwe hebin, Emerîka her car an çi demê bixwaze dikare Kurdistanê jî radestî dagirkeran bike´.

Ez li ber şiroveyên weha dikevim û pê diêşim. Loma min xwest bersîva van camêrên Emerika gunehkar dikin, bi gotina serokê Emerîka ya Joe Bidin, bidim. Camêr vekrî û eşkere dibêje: ”Miletek ji bona azadiya xwe şer neke û ber xwe nede ew milet xelas bûye (Qadiya ye)”

Camêr pir eşkere xweş û zelal aniye zimên ku ji bona me kurdan divê ev bibe ders, bibe gotineke zêrîn, divê em vê bikin guhar û bi guhên xwe ve dalikînin da ku em bikarin li ser vê rawestin.

Ev gotina brêz Bidin çii dide me kurdan û divê kurd li gor vê gotinê çi bikiin? Li gor min camêr vekirî mesajeke zelal dide hemî dewlet û welatên bindest ku dibêje; ”heger hûn berxwe nedin, em nikarin we azad bikin û heta hetanî alîkariya we bikin”.

Emerîka û hemî dewletên mezin tu caran bi xêra bavê xwe alîkariya tu kes, milet û dewletan nakin. Her alîkariyeke wan ji bona berjewendiya wan e jî.

Loma dema berjewendiya wan bikeve xeterê ew alîkarî û piştgiriya xwe ji wan dewletên ku ew bi xwe alîkarî dikin, dikşînin. Wan bi tenê dihêlin ji ber ku wî miletî wî gelî tu caran berxwe nedana. (Rewşa Kurdan ya berê cûda ye) Tiştên hazir û nazir dixwazin..

Heger em kurd bixwazin Kurdistaneke azad û serbixwe bibînin, divê em li ser vê gotina rêzdar rawestin û derseke baş jê bigirin. Li gor wê jî divê em kurd ji nû de li ser rewşa xwe a siyasî ya her çar perçan, rawestin.

Lê bi qasî em dibînin ku hêjî rewşa başûrê kurdistanê ji bona serbixwebûnê, wan merc û şerên tê xwestin pêk neanîne. Lê pêkanîna wan ne dûr e jî.

Divê vê gotina brêz Bidin tesîreke erînê li ser hemî rêvebir, partî û dezgehên heyî yên başûrê kurdistanê bike da ku zûtirîn demê hemî şert û mercên ku mirov bikaribe bibe dewleteke serbixwe pêk bînin.

Ji dêlva ku em li gor vê ji partiyên xwe re, ji dezdeg û saziyên başûrê kurdistana xwe re bêjin û şirove bikin, gelek aqilmendin me hema ya xwe dibêjin: ”Emerîka çi demê bixwazî dikare kurdan bi tenê bihêle, leşkerên xwe vekşîne û başûrê Kurdistanê radestê tirk û farisan bike.

Na brano na, Emerika dibêje, Kurdno hûn jî lez bikin, ecele bikin, destên xwe sivik bigirin wan şert û mercên dewletbûnê yên kêm mane temam bikin da ku hûn bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Heger hûn vê nekin aha we rewşa Afganistanê dît, em heta hetanê nikarin xwedîtiyê li we bikin. Divê hûn jî êdî şert û mercan temam bikin û weke dewleteke kurdî ya serbixwe di nava dewletên cîhanê de bijîn.

Hewldanên me, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û hwd divê ev be ku em bikaribin zûtirîn dema wan kêmaniyên ji bona Kurdistaneke serbixwe jî temam bikin û bibiin xwedî dewleta xwe li başûrê Kurdistanê...

Helbet wê Emerîka û dewletên mezin zû bi zû terka başûrê Kurdistanê nekin Lê ji her tiştekî re jî demek û wextek heye. Heger te di demê de ew pêk neanî, heger te ew firseta ji bona dewleteke serbixwe ji dest berda aha tu yê jî nebe dewlet û tê bibe weke afxanîstanê…

Heta ku Pêşmerge hebin û şervanê xwe û parezvenê welatê xwe bin, netirsin Emerîka weke Afganistanê dê tu caran kurdan nehêlin û nerin. Lê divê tiştên lazim jî em pêk bînin…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:59:26

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x