Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!

Em ew kurd in ku me heta niha tama dewletbûn û serxwebûnê negirtine, loma jî hin li dij vê dertên. Ji ber ku nizanin ew çiqasî xweş e, çiqasî delal û bi tam e.

Bube Eser

30.07.2017, Paz | 12:02

Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!
Nêrîn Belav bike

Carekê divê em zelal bikin ku em kîn e? Em ew kurdên ku welatî wî di nava, devlixwîn û zaliman da hatiye dabeşkirin.

Em ew kurdên ku zimanê wî qedexe û ji hemî hêjayiyên xwe hatiye dûrxistin ku hêdî hêdî kurdbûna xwe, mejûyê xwe wenda dikin.

Em ew kurdên bi salan e ku her bûne kole û dagirker tenê bi van çavan li me mêze dikin û me weha dibînin e. Loma dixwazin em tim weke kolê wan bîmînin û bibin xizmetkarên wan.

Em ew kurdên ji hev hez nakin, li dij hevin û ev li dijhevbûna me ya ne li cih îmkan daye û dide dijmin da ku ew bêtir nakokiyên nava me kûr dikin û bikin ji bona em nêzîkî hev nebin. Em tim bi çavên neyaran li hev binêrin.

Em ew kurd in ku me heta niha tama dewletbûn û serxwebûnê negirtine, loma jî hin li dij vê dertên. Ji ber ku nizanin ew çiqasî xweş e, çiqasî delal û bi tam e.

Hema carekê jî be kurd dewletbûn û serxwebûnê bitamînin, hûn bawer bin êdî ew tam wê ji ser zimanê wan nere û ji bona ew tam bimîne çi lazim be wê bikin. Her weha tiştên min li jor got wê hemî jî êdî li gor dilê kurdan bibe. Ne weke dagirker dixwazin...

Dema xelkek, mileteke bi tama dewletbûna xwe mezin nebe, helbet wê hêjayî û qîmeta vê jî nizanibe ku dewlet çi ye û çima divê dewleta me re jî hebe.

Dema miletek bi zimanê xwe tevnegere, bi wî nenivîsîne helbet wê hîs û baweriya wî/ê jî li gor wî zimanê ew bi kar tîne, bikemile

Dema miletek, xelkek ji hev hez neke, bratiya nava xwe xurt neke, wê dijminê wan jî vê weke firsetekê bi kar bîne, da ku ew milet, ew xelk, tim weke kole bimînin.

Aha ji ber van sedemanane divê kurd jî dewleta xwe a serbixwe ragihîne û bi vê ragihadinê kurd li ser erda xwe, li vê cîhana lê dijîn bibin xwedî maf, heq, huqûq û dewlet. Çi dema kurdan ew tam, ew xweşî girt êdî mesele diqede ji ber ku êdî wê her bi wê tamê bijîn...

Bi ragihandina dewleta serbixwe dê temama kurdan ji sêwîtiyê xilas bibin. Ji ber ku miletekî bê dewlet, miletekî ne azad, xelkê wê tim sêwî ne.

Divê em careke bi çavên xwe bibînin û bi guhên xwe bibihîzin bê niha çawa dagirkerên welatê me ketine nava tirs û xofa ku wê kurd bibin xwedî dewleta xwe. Bê çawa hesab û planan çê dikin ji bona vê refaranbûma ku wê bibe hebûna kurdan, wê bibe jiyana kurdan wê bibe azadiya kurdan, têk bibin.

Ji ber vê ye divê hemî kurd li seran serên cihanê, ji bona pêkhatina referandûma ku wê bi xwe re azadiya kurdan bîne, biparêzin. Xwedî lê derkevin. Na heger vê nekin û hin jî weke dijmin li dij vê derkevin û nehêlin ev bibe aha wê gavê êdî kurd bi tamamî wenda dikin. Heger wenda bikin, wê careke din heta sed saleke din jî dê nikaribin li xwe vegerin. Ev şansa me kurdên her çar perça ya talî ye. Lewra divê herkes li gor vê helwesta xwe dîne û li gor vê jî tevbigerin.

Kurd divê bi çi awayî, bi çi reng û dengan, bi çi piştgirî û qawetan xwedî li vê derkevin. Berî her tiştî, kurdên niha li başûrê kurdistanê li ser erda xwe bi awayekî azad dijîn; divê bi dengdana xwe vê ji cîhanê re bidin zanîn ku ew dewleta xwe a serbixwe dixwazin.

Divê bidin zanîn û îspatkirinê ku êdî kurd naxwazin weke kolan bijîn û bi wê dengdana xwe zîncîrên koletiyê biqetînin û ala xwe ya rengîn di nava alên cihanê de hildin.

Yên ne li ser erda xwe ne, weke koçber li welatên cihanê hatine belavkirin jî, bi nivîs û gotinên xwe, bi meş û xwe pêşandanên xwe, bidin zanîn ku ew refarandûm, deng, awaz û rûhê kurdan e.

Divê li seransera cihanê rewşenbîr, nivîskar, ozan, siyasetmedar û hwd. Bi deng û pênûsên xwe bidin diyarkirin ku ji bona dengê azadî û dewletbûna xwe binivîsînin, bistirên, bê kurd çima dewleta xwe dixwazin. Vê binivîsin û bi gotarên xwe bi dostên xwe yên ewropa bidin zanîn bê ev refarandûm çiqasî pêwîst e.

Ya herî talî divê kurd vê ji bîr nekin ku ev referandûma wê di 25 îlona 2017 li başûrê kurdistanê pêk bê, hebûn û nebûna hemî kurdan e. Ew kesên dixwazin xwe tune bikin, mafê wan e li dij vê refarandûmê derkevin.

Ew kesên dixwazin xwe biparêzin, weke kurd li ser axa xwe bi azadî bijîn, ziman û li hemî hebûnên xwe xwedî derkevin, divê ew jî dengê ERÊ bi kar bînin. Aha mesela me kurdan ev e. De kurdno baş bifikirin û biryara xwe bidin. Ev biryara te ya talî ye. Ya tê xwe tune bike. Ya jî bi vê referandûmê tê xwe, axa xwe, parastin û hebûna xwe, di qada navneteweyî de biparêze ku kurd jî dixwazin bibin xwedî dewleta xwe..

Tercih, daxwaz û helwest ya we kurdan e. Yên ji xwe hez dikin wê bi saya vê referandûmê xwe biparêzin. Yên ji xwe hez nakin û dixwazin tim weke kole bijîn jî li dijrawestandina vê referandûmê dê xwe tune bikin da ku her weke kole bibînin...

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
5192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:56:03

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x