Ji ber ku wî Kurd û Kurdistan baş nas kiribû. Gelek lêkolînên wî li ser vê yekê hene. Ji ber vê wî weke rewşenbîr û zanayekî tim xwestiye bi qelema xwe alîkariya kurdan bike.
Camêrekî weke wî ji bona doza kurd bi salan di zîndanên dagirkerê tirkan de maye. Di zîndanan de jî her wî li ser mesela kurd lêkolînên xwe berdewam dikir.
Bi kurtî mirov dikare bêje, ji kurdekî bêtir mesela kurdan fêm kir û têgihişt. Li gor vê têgihiştina xwe jî her wî êş, azar û derdê kurdan û bindestiya wan dianî zimên.
Bi pênûsa xwe tim rêya azadî û serxwebûnê rê kurdan daye. Ji bona azadiya Kurdan bê westan her nivîsîye û dinivîsîne.
Ji xwe hema hema hemî Kurd û Tirk bi xebatên wî dizanin. Bi rastî jî derketandina kesayetiyekî weha ji nava tirkan, ecebeke mezin e. Lê weya camêr derket û hemî jiyana xwe ji bona mesela kurd û azadiya wan terxan kirî ye û dike.
Xwedî li wî derketandin erk û wazifeya her kurdekî ku xwe weke kurd dibîne ye. Erkê her kurdê welatparêz e ku xwedî li wî derkevin.
Xoce ji bona kurdan hebûneke nedîtî ye. Lê gelek kurd vê fêm nakin. Ew kurdên li dij wî tên. Bi eslên xwe li gor emir û biryarên zillamên ergenekona tirkan tevdigerin.
Ew kesên li dij wî tên, divê em bizanibin wana tu caran azadî û serxwebûna kurdistanê naxwazin. Ji ber ku ew bûne koleyên dagirkeran.
Dagirkerên me ji bona mesela kurdan û kurdistanê bi pêşve nere, kesên vê dozê rewa dibînin, dixwazin bê dengê bikin. Ew bi xwe vê rast e rast nakin, lê bi xulamokên xwe dikin.
Kurdno ji bîr nekin ku Îsmaîl Xoce ji bona me kurdan hêjayiyekî bê hempa ye. Xwedî li wî derketandin, erkê me tevan e.
Ez li ser navê xwe weke Bûbê Eser spasî Îsmaîl Xoce dikim ku wî temenê xwe ji bona doza Kurdistanê tarxan kirî ye. Bi hebûna wî, bi qelema wî, bi nerîn û dîtinên wî yên li ser Kurd û
Kurdisanê ez serbilind im û divê hemî kurd jî serbilind bin…
Spas bo van helwestên te yên rast û durust
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.