Di dîroka gelande berxwedan û serîhildanên wan de, rol û erkê rêvebir û serokan gelekî giring e. Lê ya serok Barzanî taybetî ye.
Divê em weke kurd li ser vê baş bifikirin û dîroka xwe ber çav bikin da ku em bibînin bê bi rastî jî di vê dîroka me ya tim bi şer û pevçûnan derbas bû ye, kîjan serokana erk û roleke çawa lîstin, bibînin.
Hin serokên me ji bona gelê wî bi temamî têk nere xwe kiriye cangorî. Hinan heta gulla xwe a talî jî li hember dijminê har, tekoşîna azadiya gelê xwe dane heta ku şehîd bûne.
Hin di zîndanên dijmin de jî teslim nebûne, bi wê wêrekî û mêrxwasiya xwe di zîndanên dijmin de riziyan, hin hatin dar vekirinê. Hin jî teslîm bûn, dijmin çi ji wan xwest weke wan kir û dike.
Lê Barzaniyê mezin ji hemûyan çûdatir bû. Ji ber ku wî dost û bi taybetî dijminên xwe baş dinasî û li gor vê zanebûnê tev digeriya. Ji ber vê ye ew tevger û partiya wî ava kiribû, heta niha jî li ser wê rêbaza wî danî bû tevdigere.
Barzaniyê mezin ji xwe û Pêşmergeyên xwe bawer bû ku dê rojekê Kurdistanê azad bike. Li gor vê baweriyê berxwe da, tekoşîna azadiya gelê xwe di ser her tiştekî re girt. Di xeta xwe de rast, di berxwedana xwe de durust, di nasîna xelkê xwe û dijminê xwe de xwedî tecrubeyên bê hempa bû.
Ji ber vê zanebûn û têgihiştina serok Barzanî bû ku îro em kurd li başurê kurdistanê û li seranserê cîhanê fêkiyên wê baweriyê dixwin. Ew bawerî bû ku em kirin xwedî dewlet û di nêzde wê me bike xwedê kurdistaneke serbixwe jî.
Em çiqasî li ser Barzaniyê mezin û nemir binivîsînin jî, em nikarin heqê ked, berxwedan û zanistiyên wî bînin zimên û bidinê. Ji ber ku Barzaniyê mezin û nemir ji me kurdan re rê û rêbazek, destûr û bernemayek amade kiri bû.
Ji ber ku Barzaniyê nemir baş dizanî bû û têgihiştibû ku bê rêbaz, miletek nikare xwe bighêjîne azadî û serxwebûna xwe. Lewra wî jî ew rêbaza ango felsefeya ku îro em bi saya wê li başûrê kurdistanê xwedî dewleta xwe ne, pêk anî.
Ew niha di dilê her kurdên ku ji welatê xwe hez dikin de dijî. Ew niha rehete ji ber ku ev azadiya ku niha li başûrê kurdistanê heye berhema wî ye. Ev berhema wî li gor rêbaza wî di demeke nêz de me kurdan dê bike xwedî dewleteke serbixwe. Wê ala kurdistanê jî êdî di nava alên cihanê de kil bibe.
Ez rêber û serokê neteweyî ê gelê Kurd Mistefa Barzaniyê nemir di koçkirina 40 saliya (14.3.1903-1.3.1979) wî de û roja 116 saliya (14.3.1903-14.3.2016) ji dayikbûna wî bi bîr tînim û dibêjim ew kesayetekî weha bû ku bi xebat, cehd û tekoşeriya xwe, gelê xwe îro li başûrê Kurdistanê gihand azadiya wî.
Loma jî divê perçên din jî li ser şop û rêbaza wî dikarin azadiya xwe bi dest bixin û ji bona gelê xwe demokrasiyê bînin. Ew rêbaza Barzaniyê nemir e ku îro li başûrê Kurdistanê gelê me ji tevayi ya gelên rojhilata navîn re bûye mînak bûye nimûne ku di demeke kin de gel bi aramî bi rehetî û bi azadiyê dijîn.
Barzanî serokê gelê Kurd ê neteweyî û nemir e.
Ji bona Barzanî yê nemir.
Nerîna me neteweyî ye
Daxwaza me bratî ye
Helwesta me azadî ye
Rêbaza me Barzanî ye
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.