Kî Çima li dij referandûmê ne?

Hin kurd jî henin û tim ji bona xwe mezeretên ne li rê derxin. Li gor wê jî propaganda dikin û dibêjin; "Ev Kurdistan dê ya Barzaniyan be, ji ber vê ye em li dij in". Yanî bi gotineke weha uzrê wan ji qebeheta wan mezintir dibe. Çima?

Bube Eser

27.08.2017, Paz | 14:53

Kî Çima li dij referandûmê ne?
Nêrîn Belav bike

Dema dibînim û dixwînim ku bê dewletên dagirker ji bona kurdistaneke azad û serbixwe pêk neyê, çi ji wan tê dikin, aciz dibim. Ew Dijminatî û problemên nava xwe radikin, li hev dikin, bi hevre kar dikin da ku refarandûma 25 îlona 2017 pêk neyê. Ez wan fêm dikim ev heqê wan e, ji ber ku ew dijminê me kurdan e...

Lê ez baş fêm dikim ku çima hin kurd û partiyên kurdan ji dagirkeran bêtir li dijî Kurdistaneke serbixwe ne. Ji ber ku piştî referandûmê û ragihandina dewleteke serbixwe de dê cihê wan di vê Kurdistanê de tune be.

Xuya ye piştî damezrandina kurdistaneke ser bixwe êdî ewên nikaribin li gor daxwazên dijmin, hespên xwe li ser erda azad, bidin çargavê. Ji ber vê ye ew li dij in...

Divê kurdên dilsoz vê bibînin û bi hemî hêz û qawatên xwe ji bona referandûmeke xurt, çi ji kê bê divê bikin.

Hin kurd jî henin û tim ji bona xwe mezeretên ne li rê derxin. Li gor wê jî propaganda dikin û dibêjin; "Ev Kurdistan dê ya Barzaniyan be, ji ber vê ye em li dij in". Yanî bi gotineke weha uzrê wan ji qebeheta wan mezintir dibe. Çima?

Ew jî em jî û hemî cîhan jî dizanin ku di destpêka damerandina hin dewlet û welatande ew mecbûr e bibe ya hinan. Yanî divê hin berê welatekî azad û serbixwe ji bona welatiyên xwe ragihînin dûre di îdare ango rêvebirya wî welatê bi destê kê tê meşandin, ne xem e.

Her weha ez dibêjim; xwezî Barzaniyan bikarîbana her çar perçê kurdistanê jî azad bikirana û bila bibe ya wan. Ma ew ji dagirkeran ne baştir û qenctir in? Lê hin vê fêm nakin û bi zanetî dest bi propagandake weha kirine û dikin. Loma ya girîng ew e ku divê kurd berê li cihekî li erdekî û li perçeyekî bibe dewlet, da ku ew dewlet xweditiyê li gelê xwe li mirovên xwe û li însanên xwe bike.

Heger qewmek bê dewlet be, heger miletek dewleta wî tunebe, ew milet ew qewm tim sêwîne. Kesên sêwî jî her tade û zilm lê tê. Ji ber ku kesên sêwî bê hêz e, bê qawet e û bê piştgir e.

Ji bona xwe parastinê divê berê pişta te xurt be, divê kesên ku bi alîkariya te ve rabe hebe. Ji ber vê jî dema tu bê dewlet be, ev tê wê wateyê ku tu sêwîye. Dema mirov sêwî jî be zordest û dagirker jî te li gor xwe bi kar tîne û tînin...

Ma ne ev bi sedan sal in kurd ji ber sêwîbûna xwe, hat û tê qetilkirin, hat û tê enfalkirin, bi bombeyên zahrê têne kuştin. Ma ne ji ber vê bê dewletbûnê ye ku welatê me kurdistana şêrin her tê wêrankirin. Pir tişt hene ku dikare lê bê zêdekikirin. Lê herkes êdî bi her tiştekî dizanin loma pêwîstî nabînim vê zêde bikin.

Divê kurd di vê rewşa nazîk de ku em berbi dewletbûnê ve diharin, bi aqilmendî tevbigerin. Bi çavên xwe bibînin, bi guhên xwe bibihîzin û li gor mejiyê kurdewarî jî tev bigerin.

Em hemî niha dibînin ku ji bona ev referandûma hebûn û nebûna kurdan e, pêk neyê bê dijminên me çawa bi hevre û li ser asasê tunekirina vê tevdigerin. Em dibihîzin ku bê çawa zirt û fortan li kurdan dikin ku ji bona ev referandûma nebe.

Gelo çima em kurd jî hemî li gel hev û bi hevre xwedî li vê dernakevin? Li gor min sedemek ji vê ew e ku dijmin bi dagirkirina welatê me, mejî yê gelekan jî dagirkirine loma.

Dîsa li gor min sedemek din jî ev e ku kurd nikarin xwe ji zimanê dijmin, adet û toreyên wan azad bikin. Dema mirov bi zimanê wan qise kir, dema mirov adet û toreyên xwe weke ê xwe dît û bi karanî, mirovê nikaribe li dij wan jî be.

Heger kurd di roja 25 îlona 2017an de nebin yek, bi awayekî girseyî piştgiriya hebûna xwe nekin, wê tune bibin. Ev tunebûn wê bike ku êdî kurd zehmet e rabin ser xwe.

Roja 25 îlona 2017 kurd dê ji sêwiytiyê xilas bibin. Kurd wê ji bêbavtiyê azad bibin. Kurdên di vê rojê de wê bibin xwedî bavekî ku ev ê li her derekê xwedîtiyê li hemî zarokên xwe bike.

De kurdno li benda vê roja xweş bin. Ev roja ji bona kurdan azadî, şahî, serbestî û serbixweyî ye. Kurdên dixwazin vê tam bikin, divê piştgirbin, kurdên dixwazin weke kole bijîn jî divê li dij vê bin. De êdî tercîh, daxwaz û biryar ye te ye.

Qedere xwe tê bi destê xwe di roja 25 îlona 2017 tayîn bike. Tê bi xwe li ser xwe biryar bide ku bê tu dixwazî çawa bijî.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

5027 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:45

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x