Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!

Dema te di tevgera ku te jê bawer dikir ku wê Kurdistanê azad bike cihê xwe girt aha ji wê demê de tê partî an rêxistine xwe, di ser hebûna kurdistanê re bigire û wê gavê tu ji hişmendiya neteweyî dûr dikeve bê ku tu xwe bizanibe û nas bike.

Bube Eser

04.02.2022, Cum | 10:40

Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!
Nêrîn Belav bike

Ji salên heftê û heta niha kurdên ji bakurê Kurdistanê qaşo siyasetê dikin û gelekan ji wan bi qasî pûrta serê xwe pirtûk jî xwendine. Lê hezar caran mixabin ku ne ji wan pirtûkên xwendine fêm kirine û ne jî fêrî siyaseta neteweyî bûne.

Ji ber her kurdekî ku doza gelê xwe kiribe û di nav partî an rêxistinekê de cihê xwe girtibe, ew dibe mirîdê wê partî û tevgerê. Çi xwendine û bixwînin wê li gor terbiya rêxistina xwe fêm kirine û xwestine li gor wê jî di jiyanê de pêk bînin.

Dema te di tevgera ku te jê bawer dikir ku wê Kurdistanê azad bike cihê xwe girt aha ji wê demê de tê partî an rêxistine xwe, di ser hebûna kurdistanê re bigire û wê gavê tu ji hişmendiya neteweyî dûr dikeve bê ku tu xwe bizanibe û nas bike.

Erê, dibe ku gotin û gelek bûyer û kiryarên te weke tu neteweyî dikfire bibînî, lê di eslê xwe de tu di bin bandora fikir û ramana partiya xwe de, xwe dibîne. Piraniya endamên partî û rêxistinan bi vî awayî perwerdahiyên xwe digirin û heta hebin jî nikarin xwe ji wê azad bikin.

Ev bêtir di nava pkk û endamên wê de rû daye û dide. Kesekî ku bû be pkk yî heta hebe wê her ew be. Her çiqasî ji wê qetiya bî û xwe jê dûr jî xistibe jî di dema bûyer û kiryarekê de her ew zanîn, terbiye û aqilê rêxistina ku girtibû wê her bi wî aqilî bijî.

Ev tiştekî xwe zayî ye ku her bi mirov re dimîne. Gelo em qet li ser fikirîne ku bê pêşiyên me çima gotine. “Kurmê şîrî heta pîrî” heger em vê bi awayekî siyasî şirove bikin weha dibe “Perwerdeya te ya siyasî ku te cara ewil ji kîjan partiyê girtibe heta û heta wê her ew be”. Tu çiqasî bêje, “Ez veqetiyam e, qetiyame jî” ne rast e, dema mesele bê wir tu dîsa ew e.

Em dibînin ku bakurê Kurdistanê hema bêjin bi temamî çi di ware siyasî û çi jî di ware ziman û çandê de têk çû ye. Lê camêrên me yên siyasiyên bakurê kurdistanê vê nabînin, kar û bare xwe kirine rexnekirina başûrê Kurdistanê. Li gor hinan ji wan, çi xerabî bibe an dibe sûcê başurê kuristanê û rêvebirên wan e.

Ji bona kêmanî û têkçûna xwe veşêrin tim vê tînin zimên. Nikarin bibînin û bizanibin ku başûr niha bi awayekî federe li gel Iraqê dijî û ji bona serxwebûnê jî di nava tevgerên navneteweyî de ne.

Nabînin an naxwazin bibînin ku li ser biryar û kiryarên derve ne başûrê Kurdistanê lê Iraq desthilat e. Ji ber ku ew kesên ji xwe re dibêjin ku em siyasî ne û kes nikarin li siya wan binêrin ji bona her kiryareke xerab ya dagirkeran başûrê kurdistanê sûcdar dikin.

Helbet yên Kurd be û bi kuştina ciwanên kurdan kêfxweş bin, ew dijimê gelê xwe û ciwanên xwe ne. Lê rastiyeke din heye ku li hember bûyer û kiryaran piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên bakurê kurdistanê weke pkk difikirin, pkk bi heq û deshilatiya başûrê kurdistanê sûcdar dibînin. Ji xwe pkk û dewleta tirk jî vê dixwazin.

Xala herî girîng ku siyasetmedarên me yên bakurê kurdistanê nabînin ev e. Ji ber ku ew nebûne dewlet hemî fikir û ramanên wan jî weke ya partiya wan e. Yanî di çerçeweya partîtiyê de mane û nikarin weke netew bifikirin.

PKK bi salan e ku kurdan dikuje, welat wêran kirî ye, siyasetmedar û rewşenbîrên bakurê kurdistanê hemî xesandiye, lê mixabin hin ji siyasetmedarên ku qaşo rêberên gel e vê nabîne.

Qaşo kesên dibêjin em ji pkk qetiyan in, lê wêranî û zilma pkk ya li ser gel nabînin. Lê ji ber ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî dihare tirkiyê loma tirk jî bi teyaran êrîş kurdan dikin. Yanî şerm nekin wê bêjin ku ev biryar ya Nêçîrvan Barzanî ye.

Lê nayê hesabê wan û naxwazin bibînin ku hemî rêya ji bona ku tirk başûr û rojavayê kurdistanê bombebaran bike, pkk vekirî ye. Dizanin lê newêrin bêjin.

Tirkiye her cara ku rêvebirên başûrê Kurdistanê re hevdîtinan pêk tînin, êrîşên xwe jî dixin wê rojê da ku bi miletê kurd bidin zanîn ku ew bûyerana bi biryara wan pêk hatine da ku kurdan bikin dijminê hev.

Hevdîtinin rêvebirên dewletan ne di rojekê de dibe, berî wê bi mehan biryara hevdîtinê roj û saeta wê tê diyarkirin, yanî tiştek û biryareke ne ya demekê ye. Lê tirk êrîşên xwe li gor wê rojê amade dikin ku weke ew êrîs bi gotin an destê deshilata başûr pêk hatibe, didin.

Armanca dagirkeran di vir de ew e ku kurdan bike dijminê Kurdan û bi ser jî ketine û dikevin. Ji xwe ev ji bona wan kesên qaşo ji pkk veqetiyane dibe sedem ku pkk bi heq e. Ji ber ku ew bi terbiya wê ya siyasî mezin bûne. Terbiya pkk jî li ser asasê kuştina kurdan û li ber çavên kurdan tevgera Barzaniya reşkirin e.

Wan siyasiyên me yên weke ji herkesan mezintir û zanatir xwe dibînin, nikarin bibînin û bizanibin ku ji bona ku tu bibe dewlet, dive tu bi cîranên xwe re xweş be, her çiqasî ciranên te dijminê te jî bin.

Gotina min talî ev e. Divê siyasetmedar û bi taybetî wanên ku dibêjin em ji pkk veqediyanin dive êdî dev navêjn başûrê Kurdistanê wir berbi dewleteke serbi xwe ve dihare ev nayê hesabê dagirkeran loma gelek mirovên me jî çi bi zanetî û çi jî bi nezanê piştgirya wê helwesta dagirkeran dikin.

Partî û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê heger hûn ewqasî dilşewatê gelê xwe ne, ka berê bakurê Kurdistanê ji vî halî xilas bikin, yekitiya xwe pêk bînin da ku mafê te yê ku tu bikaribe başûrê Kurdistanê û rêvebiriya wir rexne bike, çê bibe. Wan kesên ji pkk qetiyanin û ha ha başûrê Kurdistanê rexne dikin, bila bi qasî başûr biryar û bûyerên pkk jî rexne bikin. Vê nakin derdê wan maye başûrê Kurdistan.

Brayê mino, bavê mino hê tu bê xanî ye û tu ha ha xaniyê heye rexne dikî???

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1600 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:53:50

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x