Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???

Bi ruhiyeteke neteweyî, bi cesareteke bê hempa,, bi danûstendinên kurdewarî, bi diyalogên kurdistanî divê hemî kurd mil bidin hev û li hember siyaseta şaş ji bona azadiya gelê xwe dest bi çalakiyan bikin. Aha wê demê dê serketin bibe ya wan. Ya me û hemî gelê me…

Bube Eser

02.04.2019, Sal | 12:33

Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???
Nêrîn Belav bike

Weke herkes dizanin ku di hemî hilbijartinên li tirkiyê û li bakukrê kurdistanê pêk hatine û tên, zêde fêda xwe ji me kurdan re tune ye.

Ev şikil û şemala hilbijartinên tirkiyê piştî damezrandina komara tirk û heta niha kêm zêde bi yek armancê bi yek helwestê tê û dihare.

Armanca wan ji vê ew e ku tim mafê kurdan binpê bikin. Kurdan ji kurdbûna wan bixin, navê hêjayiyên wan bihugerin û înkara welatê kurdistanê bikin û dikin.

Helbet wê dîrok tu tiştekî ji bîr neke. Her weha di hemî hilbijartinên li tirkiyê pêk hatine û wê bin jî dê neyên ji bîr kirin.

Ez vê zêde nekim û vegerim asasê meselê ku di vê hilbijartinê de (31.3.2019) Kurdan çi bi dest xistin, çi wendakirin, gelo di vê hilbijartinê de em çi fêr bûn, me çi da gelê xwe. Ya girîng ev e, loma divê em li ser vê hinekî dîtinên xwe bêjin.

Ez ê bi awayekî vekirî, eşkere û zelal nerîn û dîtina xwe bînim zimên ku vê hilbijartinê çi da me?

Li gor min ya herî girîng ev e ku di vê hilbijartinê de pêngaveke yekem û giring piştî 30-40 salan hate avêtinê. Piştî 30-40 salan dibêjim, ji ber ku di vê demê de hema bêjin; kurd weke kurd derneketin hola siyasetê û li meydan û kolanan bi kurdî nekirin gazî û hawar.

Bi saya vê tifaqê, (Tifaqa demokrat û welatparêz) hate dîtin ku bakurê kurdistanê ne bê altarnatîf e. Ha dibe ku lawaz bû. Lê em her yek ji aliyê xwe de, li gor hêz û qaweta xwe piştgirî dabûna wê dikarî bû bibe altarnatîfa herî xurt û dibû ku hin şaredarî jî derxistibana. Wê biba altarnatîfa ku bikarîba rojeva bakurê kurdistanê jî biguherîne.

Lê em bi hevre, bûne şahidê wê yekê ku di vê hilbijartinê de me kurdan çi bi dest xist? Li gor min bi destxistina herî girîng ew bû ku ew tirsa li ser xelkê di vê hilbijartinê de ji teref tifaqa welatparêz û demokrat ve hate rakiriin ango kêmkirin.

Piştî 30-40 salan yekem car bi derketina kolanan bi dengekî cûda û awazekî nû bang li xelkê hate kirin ku dengê xwe bidin xwe.

Her weha me dît û bûne şahidê wê yekê jî ku dema te dengekî cûda, nerîneke nû pêşkêşî gelê xwe kir, ew jî wê vê bi awayekî nirx bihesibîne û li gor wê bibe xwedî helwesteke nûjen.

Me hemiyan ji destpêkê de dizanîbûn ku wê tu namzetên tifaqa welatperwer û demokrat nayên hilbijartinê ji ber ku him haziriyeke baş û hevbeş tune bû û him jî care ewil bû ku bi dengekî cûda derketandina kolanan ji xelkê re hinekê ecêb hat û him jî di destnîşankirina namzetande kêmanî ango şaşî hebû.

Lî dîsa jî baş bû, ew tirs û xofa bi salan bi saya vê tifaqê rabû an kêmtir bû. Ev jî bû serketineke siyaseta bakurê kurdistanê ya piştî salên dûr û dirêj.

Vê tifaqê xwest ku bi helwesta xwe ya welatperwer siyaseta 30-40 salan biguherin.
Ev jî cihê kêfxweşiyê bû. Me bi hevre dît çi dema partî û rêxistinên me bikevin nava xelkê, aha wê demê xelk jî wê bikeve nava wan.

Weke xortekî xwendevan di çalakiya vê tifaqê de ku daxwaza belavkirina belovan kiribû û ev dide zanîn dema em hebin wê her xelk ji wê siyaseta nerast û acizin, werin ba me.

Dema tu bêje ez heme, milet jî dê li wê hebûnê xwedî derkev e. Dema te got vaya ez li meydanê me, xelkê jî bireve ba te.

Ji bona tifaqa welatperwer û demokrat dengekî cûde derxist, wê zemîna siyaseta şaş jî bi wî dengê li bakurê kurdistanê bilind kirin, guherîn an jî gava ewil ya guherandinê anî.. .

Her weha di vê hilbijaratinê de em fêrî wê yekê jî bûn ku dema partî û rêxistinên me dem û dezgehên me, bi hevre kar bikin, yekitî an eniyên neteweyî ava bikin wê xelkê me jî dê ji wê siyaseta şaş vegerin ba ya baş.

Ha kêmaniyên vê tifaqê tunebûn, hebûn, erê gelek jî bûn. Lê di vê nivîsê de min xwest ji kêmaniyan bêtir fêda vê da me û gelê me çi bû, wê bêjim.

Lewra jî fêda vê ya herî girîng ew bû ku, piştî 30-40 salan gaveke weha, tirs û xofa li ser xelkê rakir. Ruhê bi hevre karkirin û yekîtiyê ji nû de zîndî kir. Divê ev her berdewam bibe û êdî bikaribin piraniya kurdan û rêxistinên welatparêz di bin vê sîwanê de bighêjinînin hev.

Bi ruhiyeteke neteweyî, bi cesareteke bê hempa,, bi danûstendinên kurdewarî, bi diyalogên kurdistanî divê hemî kurd mil bidin hev û li hember siyaseta şaş ji bona azadiya gelê xwe dest bi çalakiyan bikin. Aha wê demê dê serketin bibe ya wan. Ya me û hemî gelê me…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:03:37

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x