Hadî Amîrî: Me ji YNK'yiyan alîkarî stand

Fermandarê giştî yê milîsên Heşdî Şeibî Hadî Amrî, alîkariya grûba 16'ê cotmehê ya YNK'ê piştrast dike û naveşêre ku pêşwext hemahengiyek bilind di navbera wan de hebûye ku hêzên Pêşmerge bên vekêşandin.

29.11.2017, Çar - 10:07

Hadî Amîrî: Me ji YNK'yiyan alîkarî stand
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyek xwe ya ji bo kanala fermî ya Tevgera Gorran de fermandarê giştî yê Heşdî Şeibî Hadî Amrî amaje bi alîkariya gruba 16'ê cotmehê ya YNK'ê kir û ragihand: ‘’Hemahengî û alîkariyeke bilind li gel birayên kurd û fermandarên Pêşmerge hebû xwe vekêşin û rê ji hêzên ewlehiya Iraqê re bidin, ku ew pêşdeçûnê di parêzgeha Kerkûkê de bikin. Ji ber vê jî alîkariya Pêşmerge ya ji aliyê hin fermandarên Pêşmerge ve pir baş bû û li hev têgeheştinek hebû.’’

Amîrî daxuyaniyên fermandarên gruba alîgir ya 16'ê cotmehê derew derdixîne ku digotin çekên pêwîst nebûn û piştî şereke giran xwe ji navçeyê vekêşane û dibêje: ‘’Vekêşîna Pêşmerge wek nêrîna hin kesan nebû, ku Pêşmerge hêza wî ya şer kirinê tineye, yan revîne û paşve vekêşiyane, berevajî wê hesteke bilind a berpirsyartiyê ji aliyê Pêşmerge ve hebû.’’

Piştî rêkeftina 16'ê cotmehê ya gruba YNK'ê bi awayek berdewam berpirsên wê grubê behsa aramiya Kerkûkê dikin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:34:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x