Erkdarên asayîşê vedigerin Kerkûkê!

Hat ragihandin ku îro duşmê efser û polîsên awarebûnê dê vegerin li ser karê xwe.

30.10.2017, Pts - 07:39

Erkdarên asayîşê vedigerin Kerkûkê!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rûdaw\'ê de cih digire ,Rêveberê Polîsên Nahiye û Navçeyên Kerkûkê Serhad Qadîr ji ragihandan ku efser û polîsên ji ber êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî aware bûne îro duşemê 30\'ê cotmehê 2017an vedigerin ser peywira xwe.

Emîd Serhad Qadîr wiha got: “Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Iraqê li ser vegera efser û polîsên Kerkûkê ên neçar bûne aware bibin lihev kirine.”

Bi gotina Rêveberê Polîsên Nahiye û Navçeyên Kerkûkê piştî vê rêkeftinê îro dê 263 efser û polîsên Kerkûkê vegerin bajarên xwe û dest bi karên xwe bikin.

Serhad Qadîr behsa wê yekê jî kir ku efeser û polîsên çek û otomobîlên fermî ligel xwe birine divê ligel xwe vegerînin û biryara vê yekê jî di rêkeftina navborî de hate dayîn.

Roja duşêma16\'ê cotmeha 2017ê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî bi piştevaniya Supaya Pasdaran a îranî bi çekên giran êrişî Kerkûkê kiribûn û bajêr kontrol kirin û bi hezaran sivîl û hêzên ewlehiyê bajêr terk kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1840 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:47:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x