Nivîskarê Ereb: Iraqê hewara xwe bir bo Îranê û xeletiyek mezin kir!

Nivîskarê navdar ê ereb, derbarê bûyerên Kerkûkê û pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de nivîsek nivîsand.

20.10.2017, Cum - 09:23

Nivîskarê Ereb: Iraqê hewara xwe bir bo Îranê û xeletiyek mezin kir!
Nuçe Belav bike

Nivîskarê Ereb ragihand, Bexda bi hewara xwe birina bo Tehranê û sipaha pasdaran ve ku pirsgirêkên navxwe çareser bike, xeletiyek mezin kir.

Sernivîskarê malpera Ereb a Cedîd Beşîr Bekir di gotara xwe de behsa bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê û leşker anîn û êrîşa heşdî şeibî bo ser navçeyê ya bi alîkariya sipaha pasdarên Îranê û hevkariya hin kesên nav partiyeke siyasî dike û dibêje: ‘’Aliyê kurd her çi xeletiyek kiribe ev nabe bahane bo hikûmeta Bexdayê ku xeletiyek waha mezin bike, ku ti demê nayê qebûl kirin. Ew xeletî jî piştgirêdana bi Îranê ye bo çareseriya pirsgirêkên navxwe ye.’’

Herwaha ameje bi vê yekê dike ku ne veşartiye fermandarê hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî, plana êrîş kirina ser bajarê Kerkûkê darijandiye. Ji ber berî vê jî çend rojekan li Silêmaniyê bûye û fişar xistiye ser baskeke YNKê û fişarên wî jî li ser esasê ‘’Bajarê Kerkûkê radestî heşdî şeibî kirinê bûn.’’

Herwaha navborî dibêje, razîbûna Iraqê ya Qasim Silêmanî pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê çareser bike, hêza xwe ya ji bo rêgirtina li serxwebûna Kurdistanê û parastina yekitiya axa Iraqê biçûk kiriye.

Dawiyê de jî dibêje: ‘’Çareser kirina pirsgirêkên li gel Kurdistanê bi her nirxeke din ba, ziyanên wê dê kêmtir ban û paşeroja Iraqê û ji destverdanên Îranê baştir bû. Ji ber hemû demê dikarî li gef û xwe mezin kirinê ve pirsgirêkên li gel Kurdistanê çareser bike.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x