DAIŞê êrîşê pêşmerge kir: şehîd û birîndar hene!

Li navçeya Xurmatû çekdarên DAIŞê êrîşê çeperên Hêzên Pêşmerge kir û pevçûn derket. Hêza Pêşmerge bi tundî bersiv da êrîşa DAIŞê û di encamê de hejmarek çekdar hatine kuştin û 2 pêşmerge jî şehîd bûn. Di heman demê de, li vê eniyê DAIŞê êrîşê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê jî kir.

14.06.2017, Çar - 06:14

DAIŞê êrîşê pêşmerge kir: şehîd û birîndar hene!
Nuçe Belav bike

Fermandarê Eniya Xurmatû Ebdullah Bor ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 11:00ê şeva derbasbûyî (13-06-2017), çekdarên DAIŞê li gundê Ebûd êrîşê ser du çeperên pêşmergeyan kir. Hêzên pêşmerge bersiv da û êrîş hate têkbirin.”

Ebdullah Bor da zanîn, ku di dema pevçûnan de hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha 2 pêşmerge şehîd bûne û 6 pêşmerge jî birîndar in.

Hevdem, efserê Hêzên Pêşmerge Kawa Şêxanî jî diyar kir, ku di hamen demê de çekdarên DAIŞê bi 3 milan ve êrîşê çeperên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê jî kiriye.

Şêxanî got: “Di milê pêşmerge de şer û pevçûnên tund rûdan û êrîşa DAIŞê hate têkbirin. Paşî terorîstên DAIŞê ji 3 gundan ve êrîşê Haşda Şeibî û Artêşa Iraqê kirin.”

Kawa Şêxanî da xuyakirin, ku heta niha jî encamên êrîşa DAIŞê ya ser Heşda Şeibî nayên zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1775 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:02:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x