Pêşmerge: Em her cûre êrişan re amadene!

Fermandarên pêşmerge dibêjin, ew naxwazin li gel ti aliyekê şer bikin lê heger aliyekê jî xwest li hemberî wan şer bike, meydan vekirî ye.

18.09.2017, Pts - 13:46

Pêşmerge: Em her cûre êrişan re amadene!
Nuçe Belav bike

Fermandarên pêşmerge li bajarê Hewlêrê civiyan û bersiva gefên berpirsên Heşda Şeibî dank u li dîj giştpirsî û ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne.

Hedî Amirî kesê herî bihêz ê Heşda Şeibî ye, bi dengê bilind hewar dike û dibêje, ew li dijî encamdana giştpirsî û ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye.

Çekdarên Heşda Şeibî jî bi tureyî berê lûleyê tifingên xwe ji DAIŞê vediguherine ber bi rûyê pêşmerge û dibêjin, eger giştpirsî were kirin dê çek biaxivin û yekemîn fîşek jî dê li Kerkûkê biteqe!

Fermandarên pêşmerge jî ji Rûdawê re gotin, ku ev demeke wan fîtneya şîe û Heşda Şeibî fêm kiriye, eger bixwazin tundiyê bikar bînin, meydan vekirî ye.

Fermandarê Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa got: “Em naxwazin şerê ti kesan bikin lê kî şer bifiroşe jî em amade ne bersiva wan bidin. Dijmin li gel me her dijmin e, çi DAIŞ dibe û çi jî yên din. Kî gefan li gelê me bixwe em bi heman çavê dijmin dibînin. Lewma em qet rê nadin ew werin li wan navçeyan bi dil3e xwe bizivirin.”

Di şerê DAIŞê de Hevpeymaniya Navdewletî hevkariya Kurdistanê kir û gefa DAIŞê hate dûrxistin. Lê pirs ev e, gelo eger Heşda Şeibî bixwaze êrîş bike, dê dîsa hevkariyê bidin pêşmerge? Fermandarên pêşmerge dibêjin, ew hêza Heşda Şeibî nîne, ku gotinên xwe bike kirdar.

Berpirsê Eniya Guwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî got: “Ez bawer nakim Hevpeymaniya Navdewletî rê bide şerekî wiha. Herwiha bawer nakim Heşda Şeibî bikare were Kerkûkê.”

Pêşmergeyan nêzîkî 3 salan bê navber şerê DAIŞê kirin. Weke ew dibêjin, hêjî newestiyan e û eger were xwestin dikarin ji bo şerekî din jî amade bibin, berevaniya Kurdistanê bikin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:38:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x