Kalkan: Başûrê Kurdistanê bi tenê nikare azad be

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Duran Kalkan radigihîne, heger perçeyên din ên Kurdistanê ne azad bin, Başûrê Kurdistanê jî nikare bi azadî bijî.

25.07.2019, Per - 10:14

Kalkan: Başûrê Kurdistanê bi tenê nikare azad be
Nuçe Belav bike

Duran Kalkan ji ajanseke nêzikê PKKê eşkere dike: “Bila kes nebêje 'me Başûrê Kurdistanê rizgar kir, bila parçeyên din dûrî me bin û em li vê derê bi rehetî bijîn'. Jiyaneke bi wî rengî nîne. Heta ku li Bakur, Rojava û Rojhilat Kurdîtî bê qirkirin, dê Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Yan em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be.”

Ev daxuyanî di demekê de ye, duhî berpirsekî bilind ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKK) pesnê bûyera teqekirinê ya li xwaringeheke bajarê Hewlêrê kir.

Di wê derbarê de Bahoz Erdal yek ji Fermandeyên Hêzên Parastina Gel HPG balê serbazî yê PKKê ye û di derbarê helwesta PKKê li ser bûyera teqekirinê de li xwaringeheke bajarê Hewlêrê ji medya partiya xwe re ragehand, her kesê ew kar kiribe, destxweşiyê lê dikin û mala wan ava be.

Destxweşî û pesnê wê bûyera teqekirinê ji aliyê wî berpirsê PKKê ve, wek yekem daxuyaniya fermî ya PKKê li ser bûyerê ye.

Hefteya bûrî li xwaringeheke Hewlêrê teqe hat kirin. Di encam de sê kesan canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan karmendekê Kunsulxaneya Tirkiyê bû li Hewlêrê, herweha du welatiyên sivîl yên Herêma Kurdistanê bûn, piştre Hêzên Dije terora Kurdistanê encamderên wê êrîşê girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:53:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x