Rusya Tirkiye û Îran derbarê Efrînê de hevdîtinan pêk tîne

Çavkaniyeke ku navê wî nehat aşkerekirin ragihand ku Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo ku li Kantona Efrînê ‘herêmeke taybet' bê avakirin hevdîtinan pêk tînin.

27.09.2017, Çar - 11:02

Rusya Tirkiye û Îran derbarê Efrînê de hevdîtinan pêk tîne
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya rûsî çavkaniyeke ku navê wî nehat aşkerekirin gotiye ku, "Rûsya, Tirkiye û Îran bo ku tansiyona heyî bê daxistin li Efrîne ‘Herêmeke taybet' were avakirin hevdîtin pêk tînin. Li gorî çavkaniyê hevdîtin û lêkolînên sehayê têne meşandin. Taybetmendiya vê herême ew ku Kantona Efrînê di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Rusya, Tirkiye û Îranê li paytexta Kazaxîstanê Astanayê di hevdîtinên aştiyê de li hev kirin ku çar herêmên taybet ên ‘herêmên kêmkirina rageşiyan' ava bikin. Yek li temamê eyaleta Idlibê, bakurrojavayê Lazkiyê, rojavayê Helebê û bakurê Hamayê; yek li bakurê Humsê; yek li Gutaya li rojhilatê Şamê û ya din jî li hin deverên Dera û Kuneytrayê ya ku dikeve ser sînorê Urdûnê.

Rûsya, Trikiye û Iranê li hev kirin ku li heremên ser sinorî şerîdên ewlehiyên bêne danîn û di noqteyên çavdêrî û kontrolan de hêzên dewletên garantor bêne bicîkirin. Dîsa li gorî hevpeymanê li van herêman bikaranîna çekan rawestînin. Her wiha li van herêman maqsed ew e ku alikariyên mirovî bigihîje mirovan.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x