Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir

Amedspor îro li beramberî Somasporê bi encama 1-0 bi ser ket û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

29.04.2024, Pts - 09:51

Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Nuçe Belav bike

Amedspor, li deplasmana Somasporê bi gola Oktay Aydin bi ser ket û di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de lîdertiya xwe qewîn kir.

Maçek maye Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bi dawî bibe û Amedspor gelekî nêzîkî şampiyoniyê bûye.

Amedsporê puana xwe derxist 80yî.

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 77 puanan e.

Amedspor bi 3 puanan û averaja 11 golan li pêşiya Kastamonusporê ye.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Eger Amedsporê di maça xwe ya dawiyê de têk biçe û Kastamonuspor bi ser bikeve dîsa jî şansê Amedsporê yê şampiyoniyê gelekî zêde ye.

Ji ber ku golên Amedsporê zêdetir in dê şampiyoniyê bi dest bixe.

Klûba Werzişê ya Dihoksporê jî bi boneya şampiyoniyê, Amedspor pîroz kir.

Dihoksporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsî:

“Şampiyoniya Lîga 2yemîn a Tirkiyeyê li Amedsporê pîroz be."

Vî nûçeyê tevayî: 131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:38:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x