Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên Kurdî

Ji bo telefonên destan ên bi bernameyên androidê dixebitin, ji bilî gelek sepanên derbarê ziman de yên kurdî, êdî bi kurdî lîstik û pêşbirkên pêzanînê jî hene.

24.11.2017, Cum - 06:42

Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên Kurdî
Nuçe Belav bike

Li ser platforma Google Play ku wekî dikana herî mezin a sepanên telefonên bi androidê dixebitin e, ji aliyê dilxwazên zimanê kurdî ve sepanên lîstik û pêşbirkan ji bo bikarhênerên kurd hatine çêkirin.

Ji wan sepanên androidê ku her kes dikare li ser telefonên xwe bar bike, 2 sepan hene ku balê dikişînin ser xwe.

Yek ji wan lîstikan bi taybet ji bo zarokan hatiye çêkirin ku navê wê jî ‘Li hev bîne — Lihevanîna peyvan' e.

Lîstikên Kurdî ji bo telefonên Android

Lîstikên Kurdî ji bo telefonên Android

LÎSTIKA ‘LIHEVANÎNA PEYVAN' BI KURMANCÎ Û DIMILKÎ YE

Lîstik xwerû bi kurdî ye û di ravekirina têbiniya wê de jî tê gotin, ‘Ev lîstik bi taybetî ji bo zarokên Kurd hatiye çêkirin lê her kesên ku bi kurdî dizane an jî dixwaze Kurdiya xwe bi pêş bixe dikare bilîze. Tê de gelek kategorî hene weke Hejmar, Reng, Enstruman û hwd. Lîstik bi du zaravayên Kurdî (Kurmancî, Dimilkî) dixebite.'

Lîstikeke din jî bi navê ‘Kî berê?' ye. Ew lîstik jî balê dikişîne ser xwe û wek pêşbirka zanînê derdikeve pêşberî bikarhênerên kurdî ku dema xwe pê xweş derbas bikin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1755 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:54:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x