Agir bi Çiyayê Cûdiyê ket

Li Çiyayê Cûdiyê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket.

05.07.2024, Cum - 09:40

Agir bi Çiyayê Cûdiyê ket
M.A
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, duh li gundê Hesenanê yê navçeya Silopyayê li quntara Çiyayê Cûdîyî ji ber sedemek nediyar agir bi daristanê ketiye.

Li gorî agahiyan, ti midaxaleyeke vemirandina agir nehatiye kirin û agirê daristanê berdewam e.

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê ji Rûdawê re ragihand ku heta demjimêrên êvara Pêncşemê jî agir berdewam dike û bi kîlometrayan ji dûr ve dûkêla wî xuya dike.

Li gundê Hesenanê sala borî bi destê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê û cerdevanan di bin nave “ewlehiyê” de bi hezaran dar hatibûn birîn.

Gundê Heseananê gundekî Suryanan e û ji salên 1990î ve welatî bi destûra parêzgariyê dikarin biçin gund.

 

Vî nûçeyê tevayî: 138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:08:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x