Divê em li himberî neheqîya ku li Abdûllah Zeydan û li gelê Wanê hatîye kirin derkevin, lê xwe ji şîdetê jî dûr bixin!

03.04.2024, Çar - 16:07

Divê em li himberî neheqîya ku li Abdûllah Zeydan û li gelê Wanê hatîye kirin derkevin, lê xwe ji şîdetê jî dûr bixin!
Nuçe Belav bike

Lijneya Hilbijartinê ya Wanê di destpêkê de ji bo namzedîya DEM Partîyê ya serokatîya Şaredarîya Wanê serîlêdana Abdûllah Zeydanî qebûl kirîye û Abdûllah Zeydanî jî li gorî vê qebûl kirinê bûye berbijêr. Lê nuha Lijneya Hilbijartinê ya Wanê birayara xwe ya ewil tune dihesibîne û dibêje ‘’Abdûllah Zeydan nikare bibe berbijêr’’. Ev biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryareke nehiqûqî ye, keyfî ye, antî-demokratîk e û nîşana binpê kirina îradeya gelê Wane ye. Em vê biryarê qebûl nakin û protesto dikin.

Ez bangî gelê me, bangî hemû rêvebir û endamên DEM Partîyê dikim da ku, li himberî neheqîya ku li Abdûllah Zeydan û li gelê Wanê hatîye kirin, li himberî vê biryara antî-demokratîk,  em xwe ji şîdetê dûr bixin. Em bi rêyên meşrû, sivîl û demokratîk , nerazîbûna xwe nîşan bidin. Jixwe hinek odaxên tarî dixwazin rewşê aloz bikin û gelê me bînin provoskayonan. Divê hemû hêzên sîyasî û gelê me di wî warî de pir hîşyar bin.

Ez bangî hemû hêzên ewlekarîyê yên Dewleta Tirkîyeyê jî dikim da ku rêzê li bertekên demokratîk, meşrû yên gelê me bigrin û xwe ji şîdetê dûr bixin.

Divê demildest ev biryara antî-demokratîk, neqanûnî ku îradeya gelê Wanê binpê dike, bê rawestandin û Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbeteyê bide Abdûllah Zeydanî.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:24:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x