Doz li 4 mamosteyên ku heqaret li Kurdî kiribûn hat vekirin

Li navçeya Qereyazî ya Erzerom a Bakurê Kurdistanê doz li 4 mamosteyên ku wêne li ber tabelaya bi Kurdî girtibûn û heqaret li Kurdî kiribûn hat vekirin.

25.07.2022, Pts - 15:01

Doz li 4 mamosteyên ku heqaret li Kurdî kiribûn hat vekirin
Nuçe Belav bike

Baroya Amedê di 5ê Gulana 2022an de ji ber parvekirinên nijadperest ên 4 mamosteyên Tirk ku di hesabên xwe yên medyaya civakî de heqaret li Kurdî kiribûn ji bo lêpirsînê serî li Serdozgeriya Komarê ya Qereyaziyê dabû.

Baroya Amedê îro Duşemê ragihand ku doz li 4 mamosteyan hatiye vekirin.

Baroya Amedê di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de anî ziman, “Li 4 mamosteyên ku me ji ber parvekirinên wan ên nijadperest ên li ser hesabên medyaya civakî ku heqaret li Kurdî kiribûn ji bo lêpirsînê sêrlêdan kiribû, bi tawana "ji ber cudahiya çîn, nijad, ol, mezheb, zayend û herêmê eşkere heqaret li beşeke gel kirine" doz hat vekirin.”

Çi bibû?

Mamosteyên jin ên bi navê B.G.E, N.U, H. û Berfu Kati yên li Dibistana Seretayî ya Karşiyaka ya navçeya Qereyazî ya Erzeromê dixebitîn, 4ê Gulana 2022an li ber tabelaya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî di ketina Qereyaziyê de wêneyên "Li aliyê din ê tabelayê hûn bixêr hatin hatiye nivîsandin lê tevgera me ji bo wê zelal e" weşandibûn.

Piştî parvekirina wan a li ser tora civakî, Kurdan û dostên wan bertekeke mezin nîşan dan û Qeymeqamtiya Navçeyê û Rêveberiya Perwerdeya Millî ya Navçeyê derbarê mamosteyan de lêpirsîna edlî û îdarî dabû destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x