Ji bo 13 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da.

22.03.2024, Cum - 14:08

Ji bo 13 parêzgehan hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li parêzgehên Erzirom, Agirî, Amed, Mêrdîn, Bedlîs, Çewlîg, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Mûş, Colemêrg û Wanê dê baraneke zêde bibare.

Saziyê destnîşan kir ku divê ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha hat ragihandin ku dê li çend parêzehan jî pileyên germê ji 4 heta 6an kêm bibin û dê li cihên bilind berf bibare.

Şeva borî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lehî rabû û zerer gehişt mal, dikan û otomobîlên xelkê.

Herwiha li parêzgehên Bedlîs, Şirnex, Wan û Sêwazê ji ber şertên neyînî yên hewayê dibistan îro girtî ne.

Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x