Gelek nexweşî pêk hatin, ligor ku dibêjin, wextekî êş pêk hatine û serdora bajare girtine û Gelê bajêr tevde jîyane xwe ji dest dane.
Bawer dikim temenê Cîhanê ne dîyare. Gelek dewran weke ku derbas bún, ev dewrane neha wê çawa derbas bibê kesek, zanê, gelo? Kê zanîbû ku Cîhan wê bikevê vê rewşa xerab? Raste, ên xwedîyê vê projê ji gelek tiştan agahdarin. Ger sisteme ew dixwazin ku pêk werê Du mîlyar û nîv însan jîyane xwe ji dest bidin ne meşkûlîyete.
..Gelek nexweşî pêk hatin, ligor ku dibêjin, wextekî êş pêk hatine û serdora bajare girtine û Gelê bajêr tevde jîyane xwe ji dest dane. Du(2) herbê Cîhanê çêbûne, lê Cîhan û mirovayîtî weke vê demê neketine astengîyê mîne vê demê. Çime gelo? Mirov dema tefekûr dibê, dibêjê di vî mastîde mûkek heye. ..
..Îro Cîhan mîne deydîkê tê hejandin. Rojane bi seda şexis jîyane xwe ji dest didin, bi ser vê aqîbete xerab de, li gelek welate şer heye, komar şerê hevdû dikin, ev tişt ne aqil qabûl dikê, ne wîjdan û ilm. ..Ên maldar û serdest nakin dert û xem jibon xwe, bes ku cîyê wa xweş û kursîyê wa newê hejandin. Hinek welat û Gel hene rojane gezek nan bi dest wa nakevê.
..Ev heye 350 sale Kurd qetil dibin, penaber dibin, di enfalê de 8000 Barzanî sax xistin qoncale û gaz bi ser wade vala kirin, agir berdane ser wa û piştre ax avêtin ser bedena wa û girtin. Cîhan çikir û Îro çidikê?
..Ev rewşa ku neha Cîhan têdeye, kî kârê navekî lê bikê? Bawerim ên ku proje amede kirîye ne têde, ti kes nikàrê navekî lê bikê....Texmin dikim ev lolo ye, hên lêlê maye. Wê lêlê ji lolo xerabtir bê. Eger serok komar û xwedî bîryar, zû û ne dereng, newin cem hevdû û her pisgirêkê ku li Cîhanê hene çareserîyê bi hevdûre neênin wê lêlê dest pê bikê û ev jibon Cîhanê wê bibê wêrankâmbaxeke mezin û Cîhan tar û mar bibê..
..Gelek komar wê xerabibin, bi mîlyone însan wê penaber bibin, bi mîlyone însan wê bimrin, aborî li gelek welate, wê îflas bikê. Şerê nû wê dest pê bibin û gelek welatê bindest wê Azad bibin. Di vabê ji nehadde mirov hişyar bê û xwedî proje bê, bi taybettî Gel\'ê Kurd. ...
...Silêman Çaqir.
Mamoste Nivîskâr sîyasetmedar PDK -T\'ye Nisêbîn\'e wêranim.
...Silav û rêz. ..