Li deriyê sînorî operasyona bertîlê: 4 kes hatin girtin

Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 4 kes bi tohmeta wergirtin û dayîna bertîlê li deriyê sînorî hatin desterkirin.

13.06.2023, Sal - 08:32

Li deriyê sînorî operasyona bertîlê: 4 kes hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan tîmên fermandiya cendermeyan a Kilîsê hatin agahdarkirin ku li deriyê sînorî yê Çobanbey ku di navbera Sûriye û Bakurê Kurdistanê de ye, beşek ji karmendên gumirkê rê didin ku li hember bertîlê beşek ji berhemên neyasayî derbasî Sûriyê bibin.

Tîmên cendermeyan di çarçoveya vê agahiyê de derbarê çend karmendên gumirkê û hejmarek kesan de lêkolîn dan destpêkirin.

Di encama lêkolînan de tîman roja Dûşemê 12ê Hezîrana 2023an operasyonek dan destpêkirin.

Di encama operasyonê de 10 gumanbar bi tohmeta wergirtin û dayîna bertîlê hatin destserkirin ku 4 ji wan karmendên gumirkê ne.

Her 10 gumnbar piştî karûbarên îfadeyê bo Dadgeha Kilîsê hatin veguhastin.

Dadgehê derbarê 4 gumanbaran de biryara girtinê da û 6 kesên din jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Li aliyê din karûbarên derbarê destesekirina 2 gumanbarên din jî berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 426 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:52:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x