Li Dîlokê 18 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê roja 14 Tîrmehê, di serdegirtinên malan de, 29 siyasetmedar û çalakvanên Kurd ku di nav de hevserok û rêvebirên rêxistinên HDP, DBP û SYKP jî hebûn, hatibûn desteserkirin.

18.07.2020, Cts - 07:45

Li Dîlokê 18 siyasetmedarên Kurd hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li Dîlokê derbarê 18 siyasetmedar û çalakvanên Kurd biryara girtinê hat dayîn.

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê roja 14 Tîrmehê, di serdegirtinên malan de, 29 siyasetmedar û çalakvanên Kurd ku di nav de hevserok û rêvebirên rêxistinên HDP, DBP û SYKP jî hebûn, hatibûn desteserkirin.

Li wî bajarî dadgehîkirina wan siyasetmedarên Kurd berdewam e û di encama rûniştinên duh û îro de biryara girtinê derbarê 18 kesan de hat dayîn.

Ew kesên hatine girtin bo girtîgehê hatin veguhestin, herwiha di nav kesên ku hatine girtin de, herdu Hevserokên HDP yên parêzgeha Dîlokê Musa Aydin û Songul Koçdag jî hene.

Beşdarbûna di xebatên hilbijartinên 31 Adarê yên heremî û xebatên di çarçova partiyên xwe de weke hincet ji bo wan siyasetmedaran hatiye nîşandan.

Herwiha dadgehê derbarê 11 kesan de jî bi mercê hepsa malê û kontrola edlî biryara azadkirinê da.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 670 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:34:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x