Li Mêrdînê otomobîlek qulibî: 5 kes birîndar in

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

14.10.2023, Cts - 15:22

Li Mêrdînê otomobîlek qulibî: 5 kes birîndar in
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan danê êvarê li ser rêya Artuklu û Nisêbînê otomobîlek ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de Fuat Z.yê 34 salî, Emîne Z.ya 32 salî, Zînê S.ya 27 salî û zarokekî 2 salî û pitikeke 5 mehî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhestin nexweşxaneyên dewletê yên navçeyên Nisêbîn û Qoserê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x