Li Mûşê qezaya trenê: Ajeldarek mir û 70 ajelên wî jî jinavçûn

–Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ajeldarekî 70 salî dema hewil dida ajelên xwe rizgar bike, trenê lêda û canê xwe ji dest da.

17.06.2022, Cum - 06:27

Li Mûşê qezaya trenê: Ajeldarek mir û 70 ajelên wî jî jinavçûn
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ajeldarekî 70 salî dema hewil dida ajelên xwe rizgar bike, trenê lêda û canê xwe ji dest da. Di bûyerê de herwiha 70 mihên wî ajeldarî jî ji navçûn.

Li gundê Degirmeç ê girêdayî parêzgeha Mûşê ajeldarê 70 salî yê bi navê Raîf Bozkurt ku temenê wî 70 sal e, xwest ajelên xwe ji bo çerê ji gova wan derbixe ew gov ku li kêleka rêya asin bû û hewil da wan derbasî aliyê din ê rê bike.

Lê li gor zanyariyan piştî ku ajelên xwe derxistin ji nîşkekê ve trêna ku ji Tetwanê ber bi Xarpêtê ve diçû di wir derbas bû.

Bozkurt dema dît ku tren dê li ajelên wî bide hewil da ajelên xwe rizgar bike, lê di encam de trenê li wî bixwe da û canê xwe ji dest da. Di bûyerê de herwiha 70 mihên ajeldarê navborî jî jinavçûn.

Termê Raîf Bozkurt ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat rakirin.

Hat ragihandin piştî bûyerê karmendên rêyên asin û tîmên îdareya taybet a bajêr hatin û ajelên ku jinavçûne ji ser rê rakirin.

Muxtarê gund Numan Aydogan behsa bûyerê dike û dibêje 5 sal berî niha jî 30 ajelên qûrbaniyê bûyerê di encama lêdana trenê de jinavçûbûn.

Muxtarê gundê Degirmeç Numan Aydogan anî ziman, “Trena barhilgir ku ji Tetwanê dihat biryar bû biçe Xarpêtê. Raîf Bozkurt ajelên xwe ji vê govê derxistin û xwest bibe zozanê. Dema li vê derê hat ser rêya asin ji vî alî tren hat û Raîf Bozkurt li vir hewil da ajelên xwe rizgar bike, lê mixabin ajel jî rizgar nekirin û ew bi xwe jî ma di bin trenê de. wî bixwe jî canê xwe ji dest da û 70 mihên wî jî jinavçûn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:11:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x