Li gorî daxuyaniya Serokatiya Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD), îro li navçeya Elbîstana ser bi Mereşa Bakurê Kurdistanê ve, bi hêza 4.4an erdhejek çêbû.
Di daxuyaniya AFADê de hat diyarkirin, îro demjimêr di 11:26an de li navçeya Elbîstanê ya ser bi Mereşê ve erdhejek çêbûye.
Hat ragihandin, erdhej bi hêza 4.4 pilayan çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.
Li gorî agahiyên destpêkê, het niha ziyanên malî û canî nehatine ragihandin.