Li Rihayê jî her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Piştî Diyarbekir, Êlih û Sêrtê, li Rihayê jî her cure û çalakî hatin qedexekirin. Qedexe heta 17'ê Sibatê berdewam dibe.

10.02.2024, Cts - 07:07

Li Rihayê jî her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Rihayê bo heyama heft rojan, li derveyî çalakiyên ku ji hêla parêzgarî û Qaymiqamiyan hatine diyarkirin, her cure çalakî, xwepêşandan û kombûn qedexe kirin.

Hat ragihandin ku qedexe ji îro 10ê Sibatê dest pê dike û dê heta 17ê Sibatê berdewam be.

Bi beşdariya hejmarek parlamenterên DEM Partiyê, ji Wan û Qersê ber bi Rihayê meş hatibû destpêkirin. Parêzgariya Diyarbekirê, bi egera beşdariya welatiyan di çalakiya Rihayê de, her cure çalakî qedexe kiribûn.

Ji ber ku 15ê sibatê salvegera anîna Rêberê PKKê Abdullah Oacaln bo Tirkiyeyê ye, her sal di vê dîrokê de bizava çalakiyan tê kirin, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî tên qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:44:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x