Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du aliyan der pevçûnek çêbû.
Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du aliyan der pevçûnek çêbû.
Di vê pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.
Pevçûnê doh rû da û sedema wê heta niha jî nayê zanîn.
Der du aliyan bi dar û keviran êrişî hevdû kir û 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran a tenduristiyê baş e.