Li Şirnex û Sêrtê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li her du parêzgehên Bakurê Kurdistanê Şirne û Sêrtê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin.

24.11.2022, Per - 10:04

Li Şirnex û Sêrtê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li Şirnex û Sêrtê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-15 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Li gor daxuyaniyê, di operasyona ku bi kordîneya Fermandariya Cendirmeya Bajarê Şirnexê hat kirin de ji Tevgera Taybet a Cendirmeyê (JOH), komandoya cendirme û tîmên cerdevan 755 kes beşdarî operasyonê bûn. Her wiha 57 tîmên taybet ên bo operasyonan hatine erkdarkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku “Di roja ewil a operasyonê de li herêma Çiyayê Gabarê 8 şikeft û 2 sitargeh hatin tesbîtkirin. Di hundirê wan de muhîmateke roketavêjê ya RPG-7an, muhîmateke hewanê, 3 muhîmatên topê, 30 muhîmatên tivinga piyadeyê, dûrbînek, çenteyeke piştan, tulimekî xewê, 22 perçe cil û berg hatin bidestxistin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha dibêje ku hin hestî jî hatin dîtin ku dibe ew hestiyên 2 gerîlayên PKKê bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x