Muş: Zaroka 7 salî di çem de xeniqî

Li navçeya Beranikê ya Mûşê zaroka 7 salî şimitî nav çem û canê xwe ji dest da.

15.04.2024, Pts - 09:36

Muş: Zaroka 7 salî di çem de xeniqî
Nuçe Belav bike

Li gundê Nûrkaxakê yê Beranikê, Asya Arata 7 salî bi xwîşk û birayên xwe re ji bo komkirina rêvasan çû çiyayên nêzîkî gund.

Di dema vegerê de Asya Arat li kêleka çemê nêzîkî gund şimitî û kete nav çem.

Asya Arat piştî ki bi qasî 500 metreyan bi avê re herikî ji aliyê gundiyan ve ji çem hat derxistin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Asya Arat destpêkê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Beranikê û ji wê derê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Vî nûçeyê tevayî: 141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x